Şehîdên 12’ê Adarê bi merasîmeke heybet hatin bibîranîn

Li bajarê Qamişlo şehîdên 12’ê Adarê bi merasîmeke ya li Stada Şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn.

Ji bo Şehîdên 12’ê Adarê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo merasîmeke ya bîranînê ya bi heybet hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrî Mehmûd axivî û şehîdên 12’ê Adarê bibîr anî û diyar kir ku qetlîama 12’ê Adara 2014’an hatibû kirin, plansaziyeke ya hişmendiya qirêj a rejîma Baasê bû. Nûrî da xuyakirin ku armanca wan nîjatperestiyê bixin nava Kurdan û Ereban, lê plansaziya wna negihişte encamê. Mehmût got: “Kes nikare nîjatperestiyê niha bixe nava pêkhateyên herêmê. Ji ber ku êdî rêya azadî û demokrasiyê nas kirin.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên şehîdan Masûm Hesen diyar kir :ku ev 15 sal di ser bûyera 12,ê Adarê re derbas bûye lê hîn ew buyer di mêjî û dilê me de yê û em tu carî ji bêr nakin ,bila rêjîma baas zanibe ku êdî nema kare bi hişmendiya ku ew diwaze li herêmê bimeşîne.

Li ser navê Rêveberiya Malbatên Şehîdan Masûm Hesen jî diyar kir ku tevî 15 sal in li ser bûyerê re derbas jî bûye lê ev bûyer hê di hiş û mejiyên wan de zindî ye, ji bîr nakin. Hesen got, rejîma Baasê êdî nikare hişmendiyek ku dixwaze ava bike, pêk bîne.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Ebdulkerîm Saroxan axivî û bibîr xist ku ew êdî ne ew civak in ku ji hişmendiya dewletê re bêjin erê û got: “Em niha xwedî hişmendiyeke demokratîk in. Niha hemû pêkhateyên herêmê Şehîdên 12’ê Adarê bibîr tînin.”

Piştî axaftinan Hunermend Ferhat Merdê çend helbestên şoreşgerî xwend.

Di dawiyê de Tîma Cîhat û El Fituwê futbol lîstin. Ev her du tîm dema sala 2004’an futbol dilîstin rejîma Baasê êrîşî lîstikê kiribû. Îro her du tîm bi awayekî demokratîk û wekhev bi hev re futbol lîstin.

Merasîma biranînê bi aktivîteyên hunerî û dirûşman ve bi dawî bû.