Şehîd Xebat Dêrik hate bîranîn

Li Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik hate bîranîn.

Îro salvegera 11’an a şehadeta damezirînerê yekemîn ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Mehmûd Remadan Mihemed (Xebat Dêrik) e ku ji aliyê alîgirekî ENKS’ê ve li Qamişloyê hat şehîdkirin.

Şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, şandeya Desteyên Rêveberiya Xweser çûn Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê û tevlî merasîma bîranîna şehîd Xebat Dêrik bûn.

Di merasîmê de li ser navê malbata şehîd biraziyê şehîd Xebat Dêrik Şivan Mihemed axivî û di kesayeta şehîd Xebat de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Şivan Mihemed pêwîstiya şopandina rêya şehîdan piştrast kir û got: “Divê gelê me li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bike û ala azadiyê bilind bike.”

Şivan Mihemed soza şopandina rêya şehîdan da. Di dawiya merasîmê de beşdaran baqên gulan danîn ser gora şehîd Xebat Dêrik.