'Şehîd Tolhildan bi çek û kamerayê li dijî dagirkeriyê şer kir'

Hevrêyê şehîdê ragihandina YPG’ê Tolhildan Welat, Egîd Roj diyar kir ku şehîd Tolhildan bi çek û kameraya xwe li dijî dagirkeriyê şer kir û got: “Em ê li ser rêya wî bimeşin.”

Bi boneya 22'ê Nîsanê roja rojnamevaniya Kurdî hevrêyê şehîd Tolhildan Welat yê ku endamê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû, Egîd Roj têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Tolhildan Welat ji ANF’ê re axivî.

Egîd Roj di destpêka axaftina xwe de roja rojnamevaniya Kurdî li rojnamevanên şehîd hemûyan pîroz kir û got: “Em bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Şehîd Tolhildan Welat yek ji endamên navenda Ragihandina YPG'ê ya herêma Efrînê bû. Di salên 2017'an de li Efrînê dest bi xebatên çapemeniyê kir. Her wiha di hemû aliyên meslekî û îdeoljî de xwedî kesayetekî balkêş bû ku mirov dixwest nas bikira û pê re diyalog bikira, her wiha bi hevalên derdora xwe re hezkirineke mezin dida avakirin.

'BIRYAR DA KU HETA MIRINÊ LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ BE'

Roj ragihand ku heta berî şerê Efrînê yê di sala 2018'an de, Şehîd Tolhildan heta astekî di aliyên çapemeniyê de gavên mezin avêtin û wiha got: “Xwe amadekiri bû ku çawa bibe deng û rengê heqîqetê. Ji ber şehîd Tolhildan hemû perwerdeyên xwe li cem şehîd Xerîb Tolhildan dîtibûn. Di dema ku şehîd Xerîb di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, kîn û nefreta şehîd Tolhildan li hemberî dijmin her çû zêde bû û biryar da ku heta mirinê li ser şopa heqîqetê be.”

'BI KAMERAYA XWE RASTIYA DAGIRKERIYÊ RAXIST BER ÇAVAN'

Roj bal kişand ser têkoşîna şehîd Tolhildan a di dema şerê Efrînê de û ev tişt got: “Di dema êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê de, şehîd Tolhildan Welat li girê Qestel Cindo cihê xwe digirt. Di wê demê de li gel şervanên YPG'ê û YPJ'ê ew berxwedana ku li wir hat raberkirin belge dikir, bi kamereya xwe deng û rengê heqîqetê û rastiyê dagirkeriyê raxist ber çavên hemû cîhanê.

Dema Kurdek dixwaze karekî rojnamevaniyê bike, pêwîste kedekî mezin bide da ku xwe bide îfade kirin. Ji ber wê heval Tolhildan ew kesayet di xwe de dabû rûnişkandin. Ji kêliyên destpêkê ya Berxwedana Serdemê û wê demê şûn de, şehîd Tolhildan li gel tîmek a şervanên YPG'ê dimîne û rewşê dişopîne û bi çek û kamereya xwe li dijî dagirkeriyê şer dike.”

‘ME SOZ DAYE KU EM Ê LI SER XETA WAN BIMEŞIN’

Di dawiyê de hevrêyê şehîd Tohildan Welat, Egîd Roj qala kêliyên dawî ya şehadeta şehîd Tolhildan welat kir û soz da ku wê li ser xeta şehîd Tolhildan bimeşe. Roj ev tişt anî ziman: “Dema ku şer li girê Qestekê xurt dibe, şehîd Tolhildan da ku arşîva di destê wî de nekeve destê dijmin de kameraya xwe îmha dike, ji bo nekeve destê dijmin çalakiya fedayî dike û dawî li jiyana xwe tîne. Şehîd Tolhildan di 22'ê Çileya 2018’an de li girê Qestelê ya Efrînê şehîd dibe. ji bo wê em weke hevrêyên wan hevalên şehîd, me dît ku pêwîst e asta rojnamevaniya Kurd di kîjan astê de be. Me soz daye ku em ê li ser xeta wan bimeşin.”