Şehîd Serbest Kobanê bi merasîmekê hat veşartin
Li Kobanê endamê Hêzên Antî Teror ya YPG (YAT) Şehîd Serbest Kobanê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Li Kobanê endamê Hêzên Antî Teror ya YPG (YAT) Şehîd Serbest Kobanê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Bi sedan şêniyên Kobanê ku di nav de endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî hebûn merasîma oxirkirina şervanê YAT’ê Mihemed El-Elî (Serbest Kobanê) bûn. Her wiha nasnameyên 7 cangoriyên din ku li cihên cuda şehîd bûbûn û ji ber tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê merasîm ji wan re nehatibû lidarxstin hatin bîranîn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Kongreya Star Hedla Hesen axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Hedla Hesen bal kişande ser gefên dewleta Tirk ên li ser ewlehiya herêmê û got: “Dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û bi hemû rêbazan dixwaze îrade û îsrara gel lewaz bike.”
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî jî axaftinek kir û anî ziman: “Şehîd rêya têkoşîn û berxwedanê ronî dikin û li hember dijminên nemerd efsaneyên lehengiyê raber dikin.”
Balî îşaret bi gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha pêde çû: “Serkeftinên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bidest xistine, li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê gefan li herêmê dixwe da ku tola binketina DAÎŞ'ê hilîne.”
Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Heco nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Şehîdên hatine bîranîn ev in: gerîlayên HPG'ê Ebdullah Hemo (Canfeda Welat), endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Hemo, şervanên QSD'ê Sitêf Îbrahîm (Xelîl Sirîn), Mihemed Şêxo, Ebdulfetah Mihemed, Îbrahîm Ebdo (Erdal Qendîl), Hamid Hebeş (Diyar Aşme).
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Elî (Serbest Kobanê) bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.