Şehîd Rêzan him ji bo min û him jî ji bo gelê Kurd fermandar bû

Dayê Emîne Muradî Şehîd Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) bi bîr anî û diyar kir, “Min ji têkoşîn û şehadeta wî hêz girt. Bêguman di van rewşan de, her dem dayik hêz digirin. Em bi şehadeta zarokên xwe, bi hêztir dibin.”

Dayê Emîne Muradî ku bi xwe dayika şehîd Zanyar Muradî yê bi du girtiyên siyasî yên din re 8’ê Îlona 2018’an ji aliyê dewleta Îranê ve hat darvekirin û hevjîna şehîd Îqbal Muradî ye yê ku di 17.07.2018’an li navçeya Pêncewînê ji aliyê hêzên girêdayî Îranê ve bi awayeke hovane hatibû şehîdkirin, ji bo bîranîna şehadeta endamê Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Rêzan Cavîd ku di 6’ê Tebaxê de, li Rojavayê Kurdistanê di êrîşa dawleta Tirk a faşît a li taxa Sînaa yê bajarê Qamişloyê de şehîd bibû, ji malpera KJAR’ê re axivî.

‘HER DEM TÊDIKOŞIYA’

Dayê Emîne Muradî, di despêka axaftina xwe de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha dast bi axaftina xwe kir: “Serê tevahî gelê Kurd, gerîla û şervanên azadiyê sax be. Em her dem xwedî wê baweriyê ne ku li çiyayên Kurdistanê, ciwanên Kurd ango gerîla, ji bo tolhildan û berxwedanê, xebatên mezin didin meşandin. Yek ji berxwedêrên ku her dem ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya, Şehîd Rêzan Cawîd bû. Cara yekem, dema ku min Şehîd Rêzan dît, hêz û hêviyek mezin da min. Her tim ji bo min û her wiha tevahî gelê Kurd, fermandarek bû. Dema ku Şehîd Zanyar, di zindanê de bû, Şehîd Rêzan her tim ji min re digot: ‘Dayê xwedî sebir be û bila serê te bilind be.’ Raste serê me her tim bilind e.”

‘EM BI ŞEHADETA ZAROKÊN XWE, BIHÊZTIR DIBIN’

Di dewama axaftina xwe de, Dayika Emîne da zanîn ku ew her tim bi têkoşîn, berxwedan û şehadeta zarokên xwe serbilind in û wiha axaftina xwe domand: “Em dayik, her tim bi şehadeta zarokên xwe serbilind in. Ji ber ku zarokên me ne ji ber tiştekî vala jiyana xwe ji dest didin, can û xwîna xwe di ber axa Kurdistanê de didin. Her wiha şehadeta Heval Rêzan Cavîd jî; ez bi şehadeta wî û her wiha sekna dayika wî, pir şanaz im. Ji ber ku wê dayikê kurekî wiha aniye dinê ku ji ciwantiya xwe ve ji bo têkoşînê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo gel û welatê xwe têkoşiya. Heval Rêzan heta ku tevlê karwanên şehîdan bû, her tim li ser vê riyê bênavber berdewam kir. Ez jî wek dayikekê dema ku min şehadeta Heval Rêzan bihîst, ez ji dilê xwe ve hejiyam. Wek dayik û hevjîna Şehîd, ez bi şehadeta Heval Rêzan şanaz im. Min ji têkoşîn û şehadeta wî hêz girt. Bêguman di van rewşan de, her tim dayik hêzê digirin. Em bi şehadeta zarokên xwe, bihêztir dibin.” 

‘DIJMIN LI PÊŞENGÊN KURDAN DIDIN’

Dayik û hevjîna Şehîd, dayê Emîne Muradî di berdewama axafitina xwe de got: “Dijminên Kurdan her dem ji bo qirkirina Kurdan di nava hewldanan de ne. Her roj her derê bombebaran dikin. Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê her roj didin ber topan. Armancê wan ji van êrîşan bê guman, ne tenê dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Armanca wan tunekirina gelê Kurd e. Her tim tirsa dijminê gel Kurd ji gelê Kurd heye ku her çar beşên Kurdistanê bigihên hev û Kurd mafên xwe bi dest bixin. Di vir de jî bê guman tunebûna xwe dibînin. Ji bo ku Kurd negihêjin mafên xwe, her roj plan û projeyên qirêj ên ji bo armanckirin û tunekirina pêşengên gelê Kurd dikin. Wê her dem ev dijminên mirovahiyê şermezar û rûreş bin. Hêzên deshilatdar di nava vî şerê bê pîvan de, di her warî de heya dawiyê alîkariyê didin dewleta Tirk a faşîst. Eger alîkariya wan nebûya, her roj balafirên rejîma Tirk a dagirker nedikarî li ser esmanê Kurdistanê bigere û êrîşên hovane pêk bîne.”

‘ÊDÎ BES E’

Ji bo tevahî saziyên mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya cîhanê, dayê Emîne ev bang kir: “Ez bang li tevahî cîhanê dikim û dibêjim; Êdî bes e, me gelê Kurd çi kiriye, me ku derê talan û dagir kiriye? Yên ku ax û welatê wan tê dagrkirin em in, Kurd in. Ez daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û tevahî saziyên mafê mirovan dikim ku li pêşiya van êrîşan bisekinin û xwedî helwest bin. Wê heta kengî welat û zarokên me rastî êrîşan werin, bên qetilkirin, talankirin û koçberkirin?”

Dayê Emîne Muradî di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata endamê Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Şehîd Rêzan Cavîd re xwest. Her wiha daxwaz ji dayika Şehîd Rêzan kir ku ew hêzê bide wan û tu caran ji ber vê şehadetê teng nebe û her tim şanaziyê bi vê şehadetê bike û got “Ji ber ku ya ku ev kurê berxwedêr ku bi salan li serê çiya têkoşîn kir, aniye dinê, ew e.”