BI DÎMEN

'Şehîd Garzan Tolhildan soz da bavê xwe yê şehîd û xwedî li soza xwe derket'

Met û birayê şehîdê HPG’ê Garzan Tolhildan, diyar kirin ku ew bi şehadeta Garzan serbilind in û gotin, "Garzan têkoşîna bavê xwe û apê xwe berdewam kir, wê teqez bi hezaran ciwan jî rêya wî bişopînin û bi ser bikevin."

15’ê Nîsanê HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Garzan Tolhildan (Garzan Şêx) ê ku di 9’ê Adara 2024’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, eşkere kir. Met û birayê şehîd Garzan Tolhildan ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku wê bi hezaran ciwan rêya şehîd Garzan bişopînin.

`GARZAN ÇÛ WÊ BI HEZARAN RÊYA WÎ BIŞOPÎN IN` 

Meta şehîd Garzan Tolhildan Fatme Şêx, anî ziman ku Garzanek çû wê bi hezaran ciwan rêya Garzan bişopînin û got, “Em ê teqez bighêjin serketinê, ne dûr e. Şehîd Garzan kurê şehîdan e. Bavê wî şehîd e. Di şerê Kobanê de bavê Garzan çek rakir û ji bo parastina axa xwe soz da. Li ser soza xwe sekini û heta şehadetê têkoşîna xwe meşand. Garzan jî ji bo tola bavê xwe hilîne, soz da û tevlî nava refên azadiyê bû. Piştî 7 sal li ser berxwedana wî ya li çiyayên azad derbas bû, Garzan jî tevlî pekrawana azadiyê bû û şehîd bû. Ji bo serketina vê dozê çi berdêl bên xwestin em amade ne bidin. Em ê azadiya xwe misoger bikin.”

`NAVÊ WÎ GARZAN TOLHILDANE, TEQEZ EM Ê TOLA WÎ HILÎN IN` 

Birayê şehîd Garzan Ocalan Şêx, jî wiha got, Garzan şopdarê bavê me ye. Bû mêrxazek. Garzan ji bo tolhildana bavê me û apê me têkoşîn meşand. Garzan heta dawiyê serî rakir. Gerîlayên me di nava mercên herî zor û zehmet de berxwedaniyê dikin. Tiştê herî biha giyanê wan e, wê jî ji bo doza azadiyê feda dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li berxwedana gerîlayan derkevin. Serê Rêber Apo, gerîla û malbatên şehîdan sax be. Navê wî Garzan Tolhildan e, em ê jî tola wî hilîn in." 

’EV TÊKOŞÎN BI KESEK DESTPÊ KIR ÎRO BI MÎLYONAN XWEDÎ LÊ DERDIKEVIN’

Şêniya bi navê Fatma Simaîl, da xuyakirin ku Garzan çeka bavê xwe ji bo tolhildanê rakiriye û got, “Garzan bû rêwiyê azadiyê. Mihemed bavê şehîd Garzan e, di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de dev ji her tiştî berda û got ‘warê min tê dagirkirin’ û ji bo parastina welatê xwe çek rakir û tevlî berxwedanê bû. Di vê berxwedana destanî de şehîd bû. Îro jî Garzan piştî berxwedaneke mezin di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Ew dewletên faşîst û desthilatdar, ji dema derketina tevgera azadiya Kurd heta niha dibêjin ‘em ê wan tine bikin’. Li çiyayan jî bi heman awayî bi hemû rêbazan êrîş kirin, lê dîsa têk çûn. Me bi kesekî, bi Rêber Apo re destpê kir û weke volkanê teqiya bi mîlyonan em hişyar bûn. Fikra Rêber Apo tenê bû, vaye li dora xwe bi mîlyonan kom kir.”

Fatma Simaîl, di dawiyê de ev bang kir, “Êdî kêr gihiştiye hestî. Divê êdî dayîkên me yên her çar parçeyê Kurdistanê rabin. Bi taybetî dayikên me yên Başûrê Kurdistanê; em dibêjin hişyar bin û nekevin xefka faşîzmê. Li kîjan welatî goristanê şehîdan tê xerab kirin. Di roja cejnê de faşîzma dewleta Tirk goristanê şehîdan xerab dike. Ew heta ji hestiyên zarokên me ditirse. Em hene em bi fikra Rêber Apo hene, em ê têbikoşin. Bijî Kurd û Kurdistan."