Şehîd El Şihade li Minbicê hate orxirkirin

Şêniyên Minbic cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebûd Ehmed El Şihade li goristana şehîdan spartin axê.

Şêniyên Minbic cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebûd Ehmed El Şihade bi meresimekê li goristana şehîdan spartin axê. Di meresimê de wêneyê şehîd hatin rakirin. Li goristana şehîdan a Minbicê endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Raid Ehmed axivî û got:"Ruhê şehîdan wê timî di giyanê me de zindî be û em ê şopdarê rêya wan bin.“

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx jî axivî û got ku em ê timî li ser şopa şehîdan a heqîqetê bimeşin.

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebû jî got: "Minbic tim bi ewlad û ruhê xwe yê civakî tê naskirin. Li ser vê yekê em soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan bin û heta çareserkirina doza xwe û projeya xwe ya demokratîk, em ê li ber xwe bidin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo, nasnameya şehîd xwend û di dawiyê de cenazeyê şehîd hate veşartin.