Şehîd Cûdî Amanos li Helebê hat veşartin

Şervanê YPG’ê şehîd Cûdî Amanos yê di 12’ê Tîrmehê de ji ber qezayekê şehîd bibû, ji aliyê bi sedan kesên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ve hat veşartin.

Şervanê YPG’ê Şehîd Cûdî Amanos yê 12’ê Tîrmehê ji ber qezayekê şehîd bûbû, ji aliyê bi sedan şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ve hat definkirin.

Şêniyan, cenazeyê şehîd Cûdî Amanos ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêx Meqsûd wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Helebê Şervan Efrîn axivî û îşaret bi fedakariyên YPG û YPJ`ê ji bo rizgarkirina welêt ji dagirkeran kir û got: “Meha Tîrmehê meha berxwedanê û fedakariyan e ku bi berxwedana girtîgehan, bi pêşengiya şehîd Akif Yilmaz, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş û Elî Çîçek dest pê kiriye û bi destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bûye cewherê avakirina Rêveberiya Xweser bi dawî bûye.”

Şervan Efrîn destnîşan kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca wan a sereke ye û soz da şehîd Cûdî Amanos û hevalên wî ku wê şopdarên rêya wan bin heta ku civakeke demokratîk, azad û pirreng ava bibe.

Bi pişt re, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Remziye Salih, axivî û got: “Gelê Kurd heta bigihîje armanca xwe û welatê xwe rizgar bike, wê fedakariyan bike. Bi mezinkirina têkoşînê re, wê xewn û xeyalên şehîdan pêk were.“

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Helebê Zekiye Mistefa wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şêniyan, bi dirûşmeyan cenazeyê Şehîd Cûdî Amanos sipartin axê.