Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan a sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê, di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de li Kobanê hat bibîranîn.
Şehîd Bêrîtan a sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê, di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de li Kobanê hat bibîranîn.
Gulnaz Karataş yan jî bi navê xwê yê ku li tevahiya Kurdistanê tê nasîn Bêrîtan Hêvî, li Kobanê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hat lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê Şehîd Bêrîtan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn.
Di bîranînê de jinên ciwan find vêxistin û ji bo giyanê şehîdan rêz girtin. Piştre sînevziyon hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.