BI DÎMEN

Şehîd Şêro Kobanê bi merasîmek girseyî hat veşartin

Li Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Şêro Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Şêro Kobanê (Îbrahîm Hesen Bozo) ku di 12’ê Adarê de li Dêrezorê di dema tevlî operasyona paqijkirina bermahiyên mayînan a DAÎŞ’ê bûbû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.

Piştî merasîma ku bi deqeyekê rêzgirtin hat destpêkirin, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Qinê Şêrîn Mihemed Hisî axivî. Mihemed Hisî, soza şopandina rêya şehîd da û got, "Di her bihusteke vî axî de, xwîna şehîdekî hatiye rijandin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin." 

Piştre jî endamê Meclîsa Leşkerî a Kobanê Zana Qehro axivî. Qehro, diyar kir ku şehîd Şêro ji bo parastina axa xwe bêteredûd di pêvajoyên herî zor û zehmet de berxwedanî kir û wiha domand, “Şehîd Şêro li hemberî dijminê paşverû tenê rêya berxwedaniyê şopand. Em ê jî heta dawiyê xwedî li mîrateya Şêro derkevin.”

Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqa şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştî wê jî şênî bi awayekî girseyî berê xwe dan konê sersaxiyê yê li gundê Qasimiyê yê li rojavayî Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.