Qadên Şehbayê yên ku hatine azadkirin ji roja pêşî ve dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve êrîşê dibin ser, Hêzên Şoreşger ên Şehba jî bersiv didine van êrîşan û ji bo ku gelên Şehbayê biparêzin xwe pir baş bi rê xistine.
Li Şehbayê bi tevlêbûna gel li bin banê Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger sîstemeke pêşketî ya parastinê danîne.
PARASTIN JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIR E
17’ê Sibat û 30’Ê Tebaxa 2016’an ji hêla hêzên Ceyş El Siwar ve ku bi ser QSD’ê ve ne du operasyon hatin kirin û qada ku jê re Şehbaya Azad tê gotin hate azadkirin, gelên herêmê jî bi rengekî xurt pergala parastinê xurt kirin.
Ji ber ku ji roja ku qad hate azad kirin ku parçeyek ji Ezazê, ji Babê, parçeyek ji Helebê ye, dewleta Tirk û çeteyên wê jî û DAIŞ’ê bi giranî êrîş bi ser heremê de anîne. Şehbayî û hêzên di parastina Şehbayê de dibêjin ji bo qadên xwe her cure fedekariyê dikarin bikin, dibe ku nan û avê kêm bibe lê ew ti carî bê parastin nikarin bijîn û gotin: ‘’Ji dema ku em hatine li warê xwe Tirk bombeyan bi ser me de dibarînin. Çeteyan bi ser me de dişînin û her carê xwe diceribînin.’’
DI BIN BANÊ FERMANDARIYA HÊZÊN ŞOREŞGER DE RÊXISTINÎ DIBIN
Di parastina Şehbayê de gelek komên leşkerî hene û piraniya wan ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve li dijî sîstema yekreng a rejîmê ji bo ku şer bikin, xaka xwe biparêzin û parastina jiyana demokratîk bikin hatine avakirin. Îro hemû di bin banê Fermandariyha Hêzên Şoreşger ên Şehba de birêxistin dibin û ji vir têne koordînekirin.
Ev hêz her wiha pêkhateyên QSD’ê ne ku QSD 2015’an hate damezirandin. Hêzên weke Cephet El Ekdar û Ceyş El Siwar di pêvajoya avabûna QSD’ê de cih girtine.
Şehba Devrimci Güçleri
1. Ceyş El Siwar
2. Cephet El Ekrad
3. Tugaya Bakure Demokrat
4. Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê
5. Hêzên Eşîretê
6. Komondose Humus
7. Hêzên Şehba
Her wiha ji herêmên dî cudatir, herêma Şehba ji roja ku hatiye azadkirin heta niha ji ber ku êrîş li ser hebû hemû hêzên paratinê di bin banekî leşkerî de birêxistin dike. Hêzên Asayişê yên Şehba û Tabûrên Xwecih jî yên ku di nav gel de hatine çêkirin Tabûrên Xwecih jî di bin banê Fermandariya Hêzên Şoreşger ên Şehbayê de bi cih dibin. Hemû hêzên parastinê yên Şehbayê di bin Fermandariya Hêzên Şoreşger de bi rengekî koordîne bi mewzî dibin û peywira parastina bi cih tînin.
HÊZA HERÎ SEREKE Û PROFESYONEL; CEPHET EL EKRAD
Şehba qada herî profesyonel û berbelav a Hêzên Şoreşger e. Li Girê Spî Cephet El Ekrad bi komên El Qaîdeyî re kete nav têkoşînê û mîrê Eniya El Nusra Ebû Mûsab ê Çeçen êsîr grit, bi vî rengî Cephet El Ekrad li dinyayê nav da û jê re hate gotin, ‘’Eniya ku li ber El Qaîde rabû’. El Ekrad di destpêka Şoreşa Sûriyê de li herêma Babê ji bo ku gundên Kurdan biparêze bi rengê du tabûran xwe bi rêxistinî kir, di nav Artêşa Sûriyeye Azad de xwe bi rêxistin kir, piştî damezirandina xwe bi salekê pir xurt bû û gelek komên Tirkmen û Ereb jî tevlê bûn. Hêz di demeke pir kurt de bû 40 tabûr; 2013’an bi rengê Tûgaya Cebhet El Ekrad xwe birêxistinî kir. El Ekrad li Heleb û gundên wê û li Reqayê bû yek ji wan hêzên sereke.
Piştî ku fermandarê giştî yê Cephet El Ekrad Ala Cîbo 18’ê Nîsana 2014’an şehîd bû birayî wî Salih Cîbo bû fermandarê giştî.
El Ekrad li Reqa, Girê Spî, Heleb, Şehbayê birêxistin dibe, dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve, Nusra, DAIŞ êrîş dibine ser. Li dijî van êrîşan berxwedanên mezin nîşan da. Destpêka 2014’an piştî ku şer li her derê belav bû û hêzên ku ji xwe re muxalîf digotin piştî ku weke DAIŞ, Nusra û çeteyên dî li dijî sivîlan komkujî kirin, ji bo pêşî li komkujiyan bigire hêzên xwe kişandin taxên Kobanê, Efrîn, Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
Hêzên ku çûne Helebê tevlî nav hêzên YPG’ê bûn û di heman demê de xwe bi rê xistin kir û ji bo ku herêmê bernedê bi hêzên nerm ên herêmê re têkilî danî. Tûgaya Cephet El Ekrad ku heta wê demê logoya ‘OSO’ê guherand û logoya baz bi kar anî. El Ekrad li dijî DAIŞ’ê tevlî nav operasyonan bû, tevlê paqijkirina Helebê ya ji DAIŞ’ê bû.
Her wiha hêzên Girê Spî, Minbic, Reqa, Cerablûsê yên El Ekrad xwe kişandin Kobanê û derdorê. Heta ku Burkan El Firat ava bûyî di gelek êrîşan de bi YPG’ê re li dijî êrîşan şer kir. Hêzên El Ekrad ên li Bakurê Helebê jî kişiyan Efrînê, li vir xwe ji nû ve birêxistin kirin û xwe ji şer re amade kirin. Hêzên li Efrînê gelek êrîşên DAIŞ’ê û komên dî yên bi navê Îslamî yên ji Ezazê êrîş dianîn şikandin. Niha bi hezaran şervanên El Ekrad hene.
CEYŞ EL SIWAR
Yek ji hêza dî ya ku di parastina Şehbaya Azad de cih digire Ceyş El Siwar (Hêzên Şoreşger) e. Ceyş El Siwar piştî ku fermandarên El Ekrad ên Kurdên Hama û Latkiyê û hin komên di nav ‘OSO’ de ku baweriya xwe bi demokrasiyê dianîn têkilî danîn hate avakirin. Bi pêşengiya Cephet El Ekrad 3’yê Gulana 2015’an bi yekbûna 7 komên leşkerî hate avakirin.
Ceyş El Siwar û Cephet Ekrad Cotmeha 2015’an ji dema avabûna QSD’ê ve di bin banê wê de ye.
Ceyş El Siwar 2016’an di operasyona azadkirian Şehbayê de cih girt. Sibata 2016’an berê xwe da Ezazê. Li Efrîn û Ezazê bi kêmanî 15 gund hatin azadkirin. 27’ê Mijdara 2015’an Pêngava Tinib Meyemîn pêk hat. Piştre Tebaxa 2016’an hin gundên Babê azad kirin. Îro yek ji wan hêza ye ku Şehbaya Azad diparêze.
Ceyş El Siwar li hemû qadên Sûriyê ji hemû gelen jig elek tabûr, fraksiyon û tabûran pêk tê. Hemûyan jî ji dema destpêka Şoreşa Sûriyê ve li dijî rejîmê şer kirin û bajarên xwe azad kirin. Îro li Humus, Hama, Idlîb, Efrîn û Şehbayê bi hezaran şervanên wê hene.
ENIYA PARASTINA JINÊ YA ŞEHBA
Piştî ku Til Rifat ji çeteyên Nusra û Ahar û Şamê hate azadkirin Hezîrana 2016’an bi Tabûra Jiyan Ehraz hîmê wê hate danîn. Piştî dewreya duyemîn a îdeolojîk û leşkerî Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê hate avakirin.
Şervanên Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê dema ku deverên wekî Um Hoş, Herbel, Um Qura, Wehşiye, Hesacik û Bendava Şehbayê ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin, di van operasyonan de ku 27’ê Tebaxa 2016’ân dest pê kirin di nav şer de bûn û ev bû tecrûbeya wan a pêşî ya şer. Aljîn Gîwera şehîda pêşî ya Eniyê ye ku 2’yê Îlona 2016’an di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji avabûna wê ve ji hemû deverên Şehbayê şervanên Kurd, Tirkmen, Ereb di nav Eniya Parastina Jinê de cih digirin. Eniya Parastina Jinê niha li Şehbayê bi hêzên dî re di bin banê Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger de li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê şer dike.
KOMÊN DÎ YÊN DI BIN BANÊ HêZÊN ŞOREŞGER DE
Tûgaya Bakur a Demokratîk: Ciwanên Idlîbê ava kirine. Pêşî di nav Ceyş El Siwar de bûn. Lê di pêvajoya demokratîk de xwest bi navê Tugaya Bakurê Demokratîk di nav QSD’ê de xwe birêxistin bike. Fermandarê Giştî Omer Idlîbî ye, 25’ê Gulana 2015’an Tugay hate avakirin lê Gulana 2016’an hate ragihandin. Niha bi hezaran şervanên vê tugayê hene.
Hêzên Aşîretê: Li Şehba, Efrîn, Helebê hin ciwanên Kurd tevlî nav hêzên eşîretê bûn ku ji hêla endamên erşîrên Ereb ve hatibû avakirin. Ji Eşîra Bênavî Ebû Cumah Hesen fermandarê giştî ye. Dema ku QSD hate ragihandin li Idlîb û Helebê 16.11.2016’an hate ragihandin. Hijmara şervanan ji 500’î zêdetir e.
Komandoyên Humusê: Muhavîr Humus yan jî Komandosê Humus di destpêka Ceyş El Siwar de ji hêla Naîm Şêx ve, ku navê kod Ebû Ramî ye hatiye avakirin. Li Humus, Hamayê nêzî 200 şervanên wan hene. Di dema azadkirina Şehbayê de fermandarê wan li Til Şeîrê jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Şehba: 1.12.2016’an ji hêla yek ji fermandarê Cephet El Ekrad, Hamîdo Xidiro ve hate avakirin. Şervanên wan ji gundên Heleb û Şehbayê ne. 150-200 şervanên wan hene.
HÊZÊN ASAYIŞÊ YÊN ŞEHBAHÊ
Yek ji hêza dî ya ku di bin Fermandariya Hêzên Şoreşger ên Şehbayê de birêxisti in Hêzên Asayişê ne. Ji hêzên leşkerî cudatir hêza ewlehiya navxweyî ye.
Li qadên rizgarkirî gav bi gav xwe li gorî cografyayê birêxistin kir. Li cihên stratejîk cihên kontrolê danîn. Li Meryemîne, Dercimal, Til Rifat, Şêx Îsa, Fafinê, Kefermeya, Kefernasê bi 7 şûbeyan xwe birêxistin kirine. Her şûbe bi gundên derdorê re xwe birêxistin kiriye.
Di nav navenda asayişyê de beşên sûcên organîze, îstîxbarî, destûra çekê, rapirsîn û trafîkê hatine danîn. Ji Ereb, Kurd û Tirkmenan nêzî 650 endamên wan hene. 10 ji 100’î jin in. Endamên jin xwedî navendên cihê ne û rêxistiniyeke wan a resen heye. Destekê didine hêzên şoreşger jî, endamên xwe dişînin enî û pêngavan.
TABÛRÊN XWECIH
Hêzeke dî jî ya ku parastina Şehbayê de Tabûrên Xwecih in, ku di nav gel de birêxistin in. Hema hem ali hemû qadên azad hatine avakirin, xwedî sîstem û dîsîplîneke xweser in. Endamên wê hem di nav civakê de û hem jî di nav sîstema leşkerî de karê xwe dikin. Di bin fermandariyekê de bi cih dibin û fermandarî temsîla xwe di bin banê Hêzên Şoreşger ên Şehbayê de dibînin.
Şervanên wan ji hêla şervanên El Ekrad û Ceyş El Siwar ve têne perwerdekirin. Perwerdehiya îdeolojîk jî distînin.
Berpirsê Fermandariya Tabûrên Xwecich Ebû Xalid e. Xalid wiha dibêje: ‘’Hêzên leşkerî li eniya pêş in. Dema ku dijmin ji ser sînor êrîşê tîne bersivê didin. Asayiş ji nav bajêr berpirs e. Tabûrên xweparastinê eniya paş ango gundan,taxan diparêze. Heke ji paş ve êrîş werin hêzên me bersiv didin. Me rêxistiniya xwe û disîplîna xwe li gor vê çêkiriye.’’
ŞEHBA AMADE YE KU LI DIJ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI BER XWE BIDE
Ji dema ku qadên azad ên Şehbayê hatine azadkirin dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşê bi ser van qadan de tînin û di dema dawî de êrîş zêdetir kriine. Heta niha Hêzên Şoreşger ên Şehbayê ev êrîşên dewleta Tirk pûç kirine. Li Şehbayê niha hemû hêzan xwe bi cih kiriye.
Li Şehbayê Ceyş El Siwar, Cephet El Ekrad xebatên xwe li du akademiyên leşkerî, perwerdehiya xwe didomînin û hêzên xwe dikine profesyonel.
Her wiha Cephet El Ekrad, Ceyş El Siwar û Eniya Parastina Jinê jî perwerdehiya çekê dide gel. Heta niha gel bi giştî perwerde bûye.
QSD û pêkhateya wê YPG’ê beriya bi demekê diyar kirin ku li Şehbayê ew ê dest bi êrîşeke giştî bikin.