Şehba ya azad: Jiyana di nava topbaranê de tê afirandin -3

Jinên ji Şehbayê, li gel zext, zordarî û zilma rejîmê, artêşa azad, DAIŞ'ê û çeteyên Tirk, li Şehba ya Azad gelek destketî afirandin. Îro jî têkoşîna xwe bi rengekî rêxistinbûyî didomînin.

Di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, ku sala 2011'an dest pê kir, yek ji beşên civakê yên herî zêde êş kişandin jinên ji Şehbayê bûn. Jinên ji Şehbayê ku berê zexta ol, adet û toreyê li wan dihate kirin, di nava zilma El Nûsra, artêşa Azad, Ehrar Şam û DAIŞ'ê de êşên giran kişandin. Di dema DAIŞ'ê de mîna ku tol ji nasnameya jinê dihate hilanîn, zordarî li jinan hate kirin.

Îro li Şehbayê, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di şexsê jinên Şehbayê de bi her awayî heqaret li nasnameya hemû jinan tê kirin. Li qadên azadkirî yên Şehbayê, têkoşîna azadiyê ya jinê rojane didome; jin hem pêşengiyê ji sîstemê hem jî rêxistinbûnên parastinê re dikin.

Piştî ku şervanên Ceyş El Siwar di navbera Sibat-Kanûna 2016'an de zêdeyî 80 gund ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, vê yekê herî zêde dilê jinan xweş kir. Jinên Şehbayî destnîşan kirin, ku DAIŞ êrîşî nasname û hebûna jinê, êrîşî her tiştên bi navê jinê dikirin.

HEVSEROKATÎ Û KOMÎTEYA JINÊ KU RÊXISTINBÛNA DESTPÊKÊ YA XWESER E

Destketiyên jinên Şehbayî bi avabûna Meclîsa Rêveber a Şehbayê dest pê dikin. Meclîsa Rêveber a Şehbayê ku sala 2015'an li Efrînê ji aliyê şêniyên Şehbayê ve hate damezrandin, li gorî sîstema hevserokatiyê hate birêxistinkirin. Di nava meclîsê de gelek jin cih digirin.

Wekî din, meclîs, komun û komîte jî li gorî sîstema hevserokatiyê hatine avakirin. Di nava hevserokatiya komîte û komunan de jinên Ereb û Tirkmen jî cih digirin.

Piştî vegera li Şehba ya azad, jinan cihê xwe li her qada jiyanê girtin. Û di bin sîwana Meclîsa Rêveber a Şehbayê de komîteya jinê weke yekemîn rêxistinbûna xwe ya xweser ava kirin. Di bin sîwana hemû meclîs û komunên li herêmên rizgarkirî yên Şehbayê de komîteyên jinê hene. Ev komîte li gundan civînên mezin lidar dixin, her wiha diçin serana malan, li pirsgirêkên jinan guhdarî dikin û hewl didin rê û rêbazên çareseriyê peyda bikin.

YEKÎTIYA JINÊN AZAD A ŞEHBAYÊ

Piştî avabûna komîteya jinê, 5'ê Adara 2017'an Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê ava bû. Yekîtî bi konferanseke bi beşdariya 300 delegeyên Kurd, Tirkmen û Ereb ên ji Efrîn û Şehbayê hatin, ava bû. Rêveberiya yekîtiyê ji 25 kesan pêk tê û di nava rêveberiyê de 3 koordînasyono hatin hilbijartin.

Di konferansê de pîvanên Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê bi vî rengî hatin eşkerekirin:

Li dijî zîhniyeta paşverû û desthilatdariya mêr a li nava civakê têdikoşe.

Ji bo li her qada jiyanê wekheviyê di navbera jin û mêr de pêk bîne, têdikoşe.

Ji bo zanebûna jinê têdikoşe.

Li gorî pîvanên neteweya demokratîk tevdigere.

Yekîtiya Jinên Azad niha xwe bi şêweyê 5 komîteyên; Parastin; Perwerde, Çapemenî, Sûlh û Têkiliyên Derve bi rêxistin dike.

ENIYA PARASTINÊ YA JINÊN ŞEHBAYÊ

Li hemberî zilma ku artêşên mêr kirin, ji bo jin di paşerojê de bêparastin nemînin, jinên Şehbayê 8'ê Hezîrana 2016'an Tabûra Şehîd Jiyan Ehrez a di nava tabûrên Cephet El Ekrad de ava kirin. Ev tabûr bi bandora YPJ'ê ava bû û bi giranî jinên Kurd, Ereb û Tirkmen cih di nav de digirin.

Tabûra ku li Efrînê piştî dewreyeke perwerdeyê ya îdeolojîk û leşkerî hate ragihandin, li dû dewreya xwe ya duyemîn a perwerdeyê xwe berfireh kir û weke Eniya Parastinê ya Jinên Şehbayê dest bi rêxistinbûna xwe kir.

Şervanên Eniya Parastinê ya Jinên Şehbayê, di operasyona rizgarkirina herêmên Um Hoş, Herbel, Um Qura, Wehşiye, Hesacik û Bendav Şehbayê de cih girt, ku 27'ê Tebaxa 2016'an de hate meşandin. Ev operasyon bû tecrûbeya destpêkê ya şer a Eniya Parastinê ya Jinên Şehbayê.

Aljîn Giwera ku 2'ê Îlona 2016'an di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bû şehîda destpêkê ya Eniya Parastinê ya Jinên Şehbayê.

Niha bi dehan şervanên Eniya Parasitnê ya Jinên Şehbayê heye û di nava Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger de cihê xwe digire.

MALÊN JINAN

Li Şehba ya Azad, yekemîn saziya jinê malên jinan bû. Jinên Şehbayê di nava Konseya Jinê ya Meclîsa Rêveber a Şehbayê de gav bi gav malên jinan ava kirin. Niha li Keferneya, Ehraz, Til Rifat û Kefernase 4 malên jinan hene.

Ev malên jinan ji bo jinên Şehbayê bi taybetî jinên Ereb bû gaveke gelekÎ girîng. Jinan li vê derê hevd îtin, hev nas kirin û hewl dan çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re bibînin.

Malên Jinan niha xwe di nava Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê de bi rêxistin dike. Li malên jinan komîteyên tenduristî, perwerde, sûlh û parastinê hene.

JINÊN KURD PÊŞENGIYÊ DIKIN

Bingeha rêxistinbûna jinê li Şehbayê, ji aliyê îdeolojîk, siyasî, jiyanî û leşkerî ve li Efrînê hate danîn û jinên Kurd ên li Şehbayê pêşengî ji vê rêxistinbûnê re kirin. Îro jî jinên Kurd pêşengiyê ji hemû jinên li Şehba ya azad re dikin. Endama yekîtiya Parastina Jinên Şehbayê Şervîn Ehraz destnîşan dike ku ji ber karên beriya niha yên Tevgera Azadiyê ya Kurd a li herêmê û Şoreşa Rojava, jinên Kurd îro jî bi rola pêşengiyê radibin.

'JINÊN EREB JÎ ÊDÎ MÎNA BERÊ NÎNIN'

Şervîn Ehraz anî ziman, ku civaka Ereb jî di navê de li dijî cihgirtina jinan di nava sîstemê de, her wiha li hemberî sîstema hevserokatiyê nerazîbûn û îtirazeke cidî li nava civakê derneket holê.

Ehraz wiha dewam dike: "Jin êdî mîna berê nîne. Rewşa jinên Ereb jî bi heman rengî ye. Jinên Ereb dîtin ku jinake cuda ji bo wê jî pêkane."

Ehraz destnîşan dike, ku li gel tevlîbûna li nava karên aboriyê, jinên Şehbayê her wiha xwe perwerde jî dikin û dibêje, "Niha ji ber êrîşên dewleta Tirk me nekarî akademiyê ava bikin. Gava rewşa asayî bû, em ê ava bikin. Jinên Şehbayê niha li Akademiya Şehîd Azîz perwerdeyê dibînin. Bi taybetî dersên dîroka jinê bala wan dikişînin."

Şervîn Ehraz destnîşan dike ku ew ji aliyekî ve xwe jia liyê zîhnî, rêxistinî, jiyan û pêşengiye ve xurt dikin, li aliyê din jî civakê û mêr ji nûbûnê re amade dikin.

WÊ BIDOME...