Şehba li gel dorpêçiyê li dijî şewbê li ber xwe dide
Herêma Şehbayê dorpêçkirî ye; derfet kêm in, derman û malzemeyên paqijiyê bi zorê peyda dibin, lê tevî vê yekê jî hewl didin xwe li dijî şewbê biparêzin.
Herêma Şehbayê dorpêçkirî ye; derfet kêm in, derman û malzemeyên paqijiyê bi zorê peyda dibin, lê tevî vê yekê jî hewl didin xwe li dijî şewbê biparêzin.
Rêveberiya Xweser a Efrînê, Şaredariya Şehbayê û Komîteya Tenduristiyê li gorî derfetên xwe tevdîran werdigirin. Piştî ku dibistan û saziyên fermî yên li Şehbayê hatin girtin, derman li derve hate reşandin.
Rejîma Sûriyeyê heta niha têkildarî kesên bi vîrûsa korona ketine heta niha daxuyaniyeke fermî nbeda be jî agahiyên ji Şam, Laskiye û Helebê tên, mirovên li herêma Şehbayê dixin nava fikaran. Efrîniyên ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve du sal in li herêma Şehbayê di nava rewşeke penaberiyê de ne, piştî zor û zehmetiyên koçberiyê niha jî bi metirsiya şewba kujer a vîrûsa korona re rû bi rû ne.
Hevşaredara Şehbayê Melek Huseyîn diyar kir ku heta niha wan agahiyek li ser nexweşên li herêma Şehbayê wernegirtine û bi rêya Komîteya Tenduristiyê, komun û meclîsan hewl didin pêşî li şewbê bigirin. Her wiha ji bo tevdîran jî semîneran li dar dixin, belavokan belav dikin û bi rêya bernameyên televîzyonan û belavokan hewl didin gel agahdar û hişyar bikin.
Huseyîn diyar kir ku wan dest bi kampanya paqijiyê ya ji sê qonaxan kirine û ev aghaî parve kir:
* Destpêkê paqijiya derve. Em derman li saziyan, dibistan, dikanan û restorantan dikin.
* Di qonaxa duyemîn de malan, kolanan, cihên çopê, kanalîzasyonan û mizgeftan derman dikin.
* Di qonaxa dawî de jî piştî ku baran rawestiya em ê bi dû derman li kolanan hemûyan bireşînin.
Huseyîn diyar kir ku ev yek wê 15 rojan carekê heta 6 mehan bidome û got, "Weke ku tê zanîn Şehba berê qadeke şer bû. Ji ber vê yekê gelek xanî hilweşiya ne û ji aliyê tenduristiyê ve nebaş in."