‘Şehba FM’ bi bernameyên cur bi cur dest bi weşanê dike

Radyoya ‘Şehba FM’ wê di 1’ê Hezîranê de bi bernameyên cur bi cur dest bi weşanê bike.

Di 16′ê Çileyê de Radyoya ‘Şehba FM’ dest bi weşana test kiribû. Ji saet 8’ê sibehê heta saet 2’yê piştî nîvro sernûçe û stran dihatin weşandin.

Şehba FM weşana xwe ji navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dike û li Heleb û kantona Şehbayê tê guhdarîkirin.

Weşana radyoyê bi zimanên Erebî û Kurdî li ser frekansa 107.5 tê kirin.

Dê di weşana wê de bultena nûçeyên herêmê û cîhanê, bernameyên civakî, çandî, aborî û yên ciwan û jinan werin pêşkêşkirin.