Şaredariya Durango Bask piştgirî da Kobanê

Şaredariya Durango Bask ku bajarekî dost ê Kobanê ye, xwedî li Kobanê derket. Şaredar Ima Garrastatxu diyar kir ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê xelkê Durangoyê bi Kobanê re ye.

Şaredara Durangoyê Ima Garrastatxu û Alîkarê Şaredar Julian Riso bi Hevşaredara Kobanê Rewsan Xelîl Ebdî û Berpirsyara Şaredariyên li Kantona Kobanê Roîsîn Mahmûd re bi rêya online civînek lidar xistin.

Durango û Kobanê ji ber ku di demên cuda yên dîrokê de êrîşên hewayî li ser wan hatin kirin, sala 2017'an peymana dost îmze kiribûn.

Lewma Garrastatxu û Rios ji Tirkiyeyê xwestin ku dest ji êrîşên xwe berde ku êşê bi gelê bêguneh dide kişandin.

Garrastatxu di hevdîtinê de got, "Êrîşên ku ji şeva Şemiyê ve li ser gelê Kurd bi taybetî jî li hemberî Kobanê têne kirin nayên qebûlkirin. Rayedarên Kurd ji me re gotin ku êrîş li hemberî her kesî têne kirin, mirovên sivîl hatine kuştin, nexweşxane û xizmetên bingehîn hatine hilweşandin."

Garrastatxu bi dewamî got, "Em agahiyên ku rayedar ji Kobanê ji me re radigihînin ji nêz ve dişopînin û heta ku êrîş bi dawî bibin em ê bişopînin. Eşkere ye ku hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Ji ber vê yekê em ji rayedaran dixwazin ku li ber van êrîşan rabin. Ji bo aştî û demokrasiyê dem dema karkirinê ye. Lewma em ji Durangoyê hestên xwe yên piştgiriyê ji gelê Kurd re dişînin."

Şaredar Garrastatxu û Alîkarê Şaredar Rios gotin, di van rojên zehmet de wê bibin dengê Kobanê.

Xelîl Ebdî jî di hevdîtinê de spasiya piştevaniya şaredariya Baskê kir û anî ziman ku plana dewleta Tirk ew e ku bi rêya van êrîşan gel neçar bihêlin ku ji Kobanê derkeve û Kobanê vala bikin. Hevşaredar Xelîl Ebdî got, "Lê belê bi saya piştgirî û alîkariya Durangoyê em hîn bêhtir dibin xwedî wêrekî û moralê. Ji ber ku hîs dikin ku em bi tenê nînin."