Şandeya MSD’ê bi rayedarên DYE’yê re civiyan

Şandeya MSD’ê li Washîngtonê bi rayedarên wezîrên DYE’yê re civiyan.

Şandeya MSD`ê li Washîngtonê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û Berpirsê Dosya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re civiya.

Li gorî malpera fermî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich, şandeya MSD`ê li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Waşintonê pêşwazî kiriye. Herdu aliyan dosyaya Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziya li welêt nîqaş kiriye.

Her wiha di malperê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji şandeya MSD û Rêveberiya Xweser ya bi serkêşiya Îlham Ehmed re piştrast kiriye ku hevkariya di navbera Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de berdewam in heta ku teror bi temamî tune bibe û ewlehî li herêmê mayînde bibe.

Joey Hood di civînê de behsa erkên hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê kir û destnîşan kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyê bin û hevkariya wan a bi QSD`ê re dê heta bi dawîkirina DAIŞ`ê û çareserkirina aloziya li welêt berdewam bike.

Li gorî malperê, herdu aliyan çareseriya siyasî û xebatên navneteweyî yên ji bo bidawîkriina aloziya Sûriyê gotubêj kiriye. Hood di civînê de pêwîstiya amadekirina zemîneke guncaw û aramkirina herêmên nakok, ji bo pêkanîna pêşketinekê di çareseriya siyasî de, piştrast kir.

Hood got ku DYA gelek proje ji bo ji nû ve avakirina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desteka aborî ji Rêveberiya Xweser re danîne da ku ewlehî li herêmê peyda bibe û herêm bi pêşkeve.

Ev cara yekeme ku Ethan Goldrich bi şande û nûnerên Sûrî re dicive piştî ku di 20`ê Îlonê de dest bi erka xwe kir. Her wiha hat bibîrxistin ku di civînê de nûnerê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyê David Bronstein jî amadebû.