Şam û Enqereyê, Sûriye kirine dewleteke narkoyê
Li gorî nûçeya AFP’ê Sûriye bûye dewleteke narko. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi awayekî berfireh bazirganiyta captagonê dikin.
Li gorî nûçeya AFP’ê Sûriye bûye dewleteke narko. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi awayekî berfireh bazirganiyta captagonê dikin.
Maddeya hişbir captagon a ku berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê dihat rojevê, li Sûriyeyê veguheriye endustriyeke îllegal a bi qasî 10 milyar dolar. Him rejîma Şamê û him jî ya Tirkiyeyê sûdê ji vî tiştî werdigirin.
Li gorî AFP'ê, Captagon Sûriye kiriye "dewleta narko" ya cîhanê. Tê diyarkirin ku ev bazirganî li Lubnanê ya ku aboriya wê têk çûye jî bi cih bûye.
Li gorî texmînên ku li gorî daneyên fermî yên ajansa nûçeyan a Fransî berhev kirine, Sûriye di warê îxracata vê maddeyê de di rêza êş de ye.
Captagon wekî dermanek ji amfetamînê tê zanîn ku, wisa tê bawerkirin ku ew nexweşiyên narkolepsî û kêmbûna baldariyê tedawî dike. Vê maddeya hişbir a li dijî qanûnan li Rojhilata Navîn a ku Siûdî Erebistan bazareke wê ya herî mezin e, gelekî belav bûye.
Derbarê bazirganiya captagonê serî li herî kêm 30 kesan hate xistin. Di nav van kesan de endamên ewlekariyê yên berê û niha yên Sûriye û welatên din, bazirganên tiryakê û maddeyên hişbir, endamên çeteyan, dîplomatên biyan û pisporên qada maddeyên hişbir hene. Herî kêm 25 kesan ji ber ewlekariyê xwestin nasnameya wan were veşartin.
Ev madde ji herêmên ‘bêqanûn’ ên di navbera Sûriye û Lubnanê dest bi rêwîtiya xwe dike.
Çavkaniyekî got “Çar an jî pênc kesên mezin tên ba hev û ji bo peydakirin, nakliye û komîsyona vê maddeyê maliyeta sewkiyata bi qasî 10 milyon dolaran di nav hev de par ve dikin.” Çavkanî diyar dike ji deh sewqiyatan yek bi tenê jî bi ser bikeve, dîsa jî ew di karê de ne. Çavkanî diyar dike komek heye ku tê de herî kêm pêncî baron hene.
Li gorî nûçeyê, bazirganiya captagonê li gelek welatan heye. Ji Sûriyeyê heta Lubnan, Urdun, Iraq û Siûdî
Li gorî rayedarên ewlekariyê Sûriye ji sedî 80’ê çavkaniya captagonê ye, ji ber vê bazirganiya captagonê sê katan li budçeya Sûriyeyê ye, ji ber vê jî li qadên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ev karê captagonê tê kirin.
Mahir El-Esed birayê Serokê Sûriyê Beşar Esed yek ji wan navan e ku hemû çavkanî behsa wî dikin. Mahir el-Esed serokê defakto yê Tumena Çaran a artêşa Sûriyeyê ye. Ev tumeneke bijarte ya artêşa Sûriyeyê ye.
Qaçaxçiyekî ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bazirganiya maddeyên hişber dike got “Ez bi kesên ji Humus û Şamê re dixebitim. Ev kes jî tabletan ji depoyên Tumena Çaran werdigirin. Ez tabletan an li vir belav dikim an jî bi komên serhildêr re bi awayekî koordîne dişînim Tirkiyeyê. Ev kar gelekî xetere û hêsan e.
Ev çavkanî diyar dike ku çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (El Nusraya kevn) a ku dewleta Tirk piştgiriyê didin wan jî captagonê difiroşin.
Li gorî vî bazirganî di demên dawîn de gelek komên çeteyan ên ku têkiliya wan bi Enqereyê re ne, ketine nav bazirganiya captagonê. Serokê herî xurt ê ku trafîka captagonê di destê wî de ye, Ebû Welid Ezza ye yê ku fermandarê Sûltan Mûrad e ku ev kom girêdayî dewleta Tirk e. Ji ber ku berê ew li Humusê bû, têkiliyên wî yên bi Tumena Çaran re gelekî baş e. Ew tabletên gelekî bi kalîte peyda dike.”
Lêpirsîner jî diyar dike dîetîl eter a ku ew jî cureyekî kloroformê ye ji bo çêkirina captagonê hewce ye û piraniya van maddeyan ji Tirkiyeyê tê.