Şam bû hedefa êrişa bi fuzeyan

Hate ragihandin ku li dijî gelek herêmên paytexta Sûriye Şamê bi fuzeyan êriş hatiye kirin. Hate îdîakirin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê gelek fuze anîne xwarê.

Li Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANA û medya civakî dîmenên têkildarî êrişê cih girtin. Medya ser bi rejîma Sûriyeyê agahî neda ku ji ber êrişê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Qenala El Îhbariye ragihand ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê "êrişa dijmin" a li ser paytextê têk biriye. Li gorî SANA'yê êriş ji herêma Golanê ya li başûrê rojava yê welêt hate kirin.

Rojnameya The Jerûsalem Postê jî diyar kir ku balafirên Îsraîlê fuze avêtin hedefên li nêzî paytexta Sûriye Şamê. Lê belê nehate eşkerekirin ku kîjan hedef in.

Ajansa El Hadat jî îdîa kir ku êriş ji ser qada hewayî ya Lubnanê hatiye kirin. Hin çavkaniyan diyar kirin ku êriş li dijî cebilxaneyeke li derdora balafirgeha Şamê hatiye kirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê agahî da AFP'ê û îdîa kir ku êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Îsraîlê berpirsyariya êrişê hîn li xwe negirtiye. Heman çavkanî diyar kir, êriş li dijî milîsên alîgirê Îranê yên li nêzî Şamê hatiye kirin û hin fuze li hedefa xwe ketine.

Îsraîlê beriya niha gelek caran êriş bir ser hedefên Îranî yên li Sûriyeyê û hevalbendên wê.