Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemmed Şahîn bersiv da pirsên ANF'ê.
Mihemmed Şahîn diyar kir, ku di salvegera 6'an a serketina Kobanê de AKP tola DAÎŞ'ê li nava Tirkiyeyê hiltîne û got, "AKP ji mirovên ku li gel Kobanê cih girtin, li dijî terorê piştgirî dan Kobanê, li dijî dîktatoriya rêxistinên terorê yên tundrew bûn wesîleya serketina demokrasiyê, tola DAÎŞ'ê hiltîne."
Şahîn ragihand ku siyaseta AKP li Rojhilata Navîn dimeşîne, piştgiriya ku da rêxistinên terorê yên li Rojhilata Navîn, siyaseta şaş a ji Lîbyayê heta Derya Spî, ji Iraqê heta Başûrê Kurdistanê, ne ji bo berjewendiyên dewlet û gelê Tirk bû û got, "Ev siyaset ji bo berjewendiyên AKP'ê hate meşandin. Di encama vê siyasetê de rejîma AKP'ê li qada navneteweyî û li nava gelên herêmê di lîsteya reş de ye. Dewleta Tirk ji aliyê siyasî ve tengav bûye. AKP û rejîma AKP'ê li nava Tirkiyeyê jî tengav bûye. Tirkiye di nava rewşeke tengav de ye. Ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di nava krîzeke mezin de ye. Siyaseta AKP'ê ya têkildarî derve winda kir. Niha jî li hundir li pey krîzên siyasî ye."
Şahîn diyar kir ku siyaseta AKP'ê ya li Rojhilata Navîn ku ji bo dagirkirina gelek herêman dimeşand êdî têk çûye û got, "Niha jî wê li hundir winda bike. Ji ber vê yekê ji bo hebûna xwe bidomîne, dixwaze li nava Tirkiyeyê demokrasiyê tune bike, bi vî rengî dixwaze hebûna serweriya xwe ya li Tirkiyeyê dewam bike."
Şahîn bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got, "Rêveberiyên partiya demokratîk ji ber ku piştgirî da hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn digirin. Rêveberiyên HDP'ê digirin. Çima? Ji ber ku piştgirî dane Şoreşa ROjava, ji ber ku piştgirî dane berxwedana bi rûmet. Ev yek tê vê wateyê; êdî di destê AKP'ê de tiştek nemaye. AKP êdî vê dibîne; li derve kes nemaye ku piştgiriya wan bike û li hundir jî têk diçe. Ji ber vê yekê dixwaze li nava Tirkiyeyê demokrasiyê bikuje.
Çawa ku rejîmên dîktator ên çil salan li dijî gelan tevgeriyan û dawiya dawî hilweşiyan, hikumeta AKP'ê wê nikaribe bi qasî wan jî li ber xwe bide. Wê di demeke zûtir de hilweşe. Ji ber ku gelên li Tirkiyeyê rêxistinbûyî ne. Gelek rêxistin û partî hene. Hêzên şoreşger û partiyên demokratîk hene. Ji ber vê yekê aqûbeta AKP'ê wê ne mîna rejîmên li welatên Ereb 40-50 sal be. Şert û mercên heyî wê vê şensê nede AKP'ê. Ji ber ku rewş ne weke ku ew texmîn dike. Ne rewşeke welê ye ku hema ji ber xwe ve qirkirina siyasî bike. Berevajî, cîhanê, gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê demokrasî nas kirine, jiyana demokratîk û azad nas kirine. Sîstemên mîna AKP'ê, îdeolojiyên mîna AKP'ê, mejî û zîhniyetên mîna AKP'ê ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve nayên qebûlkirin. Dawiya AKP'ê nêzîktire."