Îsraîlê Şam bombebaran kir

Îsraîlê di nîvê rojê de paytexta Sûriyeyê Şamê bombebaran kir, leşkerek birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber êrîşeke din a Îsraîlê li dijî gundewarê Şamê dengê teqînên mezin ji herêmên cuda yên Şamê û gundewarê wê hat bihîstin.

Îsraîlê di êrîşa xwe de cihên girêdayî komên alîgirên Îranê û hêzên hikûmeta Şamê li herêma El Dîmas, derdora rojavayê Şamê û cihên din li gundewarê Şamê hedef girt. Lê agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Kanala Ixbariyê ya hikûmeta Şamê got li gorî agahiyên pêşîn, ji ber êrîşa Îsraîlê dengê teqînan hat bihîstin.

Ji destpêka 2022`yan ve, Îsraîl ev cara 27`an e ku herêmên Sûriyê dike hedef û di sê rojan de ev hedefgirtina duyemîn e ku cihên komên alîgirên Îranê li rojavayê Şamê dike hedef.

Îsraîl dibêje ew wan cihan dike hedef ji ber ku hêz û çekên Îranê lê hene. Tevî ku pergala parastinê ya pêşketî ya Rûsya li Sûriyê heye.