Îsraîl careke din êrîşî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 birîndar

Hat ragihandin ku piştî nîvê şevê li nêzî navenda Sûriyeyê Humsê di encama êrîşeke hewayî de herî kêm 5 leşkerên Şamê birîndar bûne.

Li gor nûçeya SANA ya ajansa nûçeyan a girêdayî hikûmeta Şamê, saet derdora 00:35’an balafirên Îsraîlê ji bakurê rojhilatê Beyrûtê li nuqteyên bajarê Humsê dan.

Hat diyarkirin ku gelek fuze ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine astengkirin û her wiha hate ragihandin ku di êrîşê de 5 leşker birîndar bûne û ziyana madî jî çêbûye.

Li aliyê din Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku fûzeyên Îsraîlê nuqteyên hêzên Şamê û hêzên Îranê li Humsê kirine hedef.

Li gorî saziyê, ji bilî 5 leşkerên Şamê, gelek kesên ku girêdayî Îranê bûn û di navenda lêkolînê de bûn, bûn hedefa fûzeyê û mirine.

Îsraîl di hefteya dawî de cara sêyemîne êrîşî Sûriyeyê kir. Rayedarên Îranê di 31’ê Adarê de ragihandibûn ku efserekî Pasdarên Şoreşa Îranê di êrîşa ku piştî nîvê şeva Înê pêk hat de, hatiye kuştin.

Lê, li gorî saziyê, ew efserê payebilind di êrîşeke ser Şamê de piştî nîvê şeva Pêncşemê hat kuştin. Hat diyarkirin ku di heman êrîşê de 4 efserên din ên Îranê jî hatine kuştin.

Di êrîşa 7'ê Adarê de 3 kes mirin, di 22'ê Adarê de jî zirara madî çêbû. Hat ragihandin ku di 19’ê Sibatê de li Şamê di encama bombekirina avahiyeke ku navenda çandê ya Îranê û gelek organên ewlehiyê tê de bûn de herî kêm 15 kes mirin ku sivîl jî di nav de hebûn.