Îsa: Tirkiye naxwaze aloziyên li Sûriyeyê bi dawî bibe

Piştî ku dewleta Tirkiyeyê gefên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kir, gelê Rojava li ser sînor cih bi cih nobedê digrin û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Em jî çûn wir li gundê Qeremux yê dikeve rojhilatê Kobanê û li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Hemû pêkhateyên civakê, mamoste, siyasetmedar, partî û welatî 4 konên mezin vedane.

Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê Gelo Îsa jî li cihê çalakiyê bû têkildarî gefên dewleta Tirk ên lis er Rojava ji mere axivî û got; “Gefên dewleta Tirk ên li ser Kurdan ne nû ye lê vê carê ku wan teqez kir êdî DAÎŞ têk çû, gefên xwe jî zêde kirin. Ji xwe êdî dest bi şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê gefên wan destpê kir û zêde bûn.”

‘TIRKIYE DIXWAZE CAREK DIN DAÎŞ’E VEJÎN BIKE’

Îsa di dewma axaftina xwe de got dawiya DAÎŞ’ê hatiye û wiha domand; “Tirkiye dixwaze tevliheviyê gur bike ji ber ku êdî ew deweTên ku destê wan di krîza Sûriyeyê de heye ku ber bi çareseriyê ve diçe Tirkiye ne raziye û naxwaze alozî bidawî bibe.”

‘ERDOGAN DIXWAZE VÎNA VÎ GELÎ TÊK BIBE’

Gêlo Îsa qala rêveberiya xweser û partiyên siyasî kir û got; “Erdogan ji bo vîna xelkê têk bibe, niha li ser sînor dahola cengê lêdide. Lê em weke rêveberiya xweser û gelê herêmê baş dizanin ku mebesta wan têkbirina mafê gel di aliyê proseya siyasî de ye. Aramiya herêmê lewaz bike û ji nû ve terorê bi ser me de berde.”

‘TIRKIYE BIXWE DI NAVA XWE DE KRÎZA DIJÎ’

Îsa diyar kir ku Tirkiye di nava xwe de krîzê dijî û wiha domand; “Niha aboriya Tirkiyeyê û rewşa siyasî ya nava Tirkiyeyê bi taybet piştî ku şaredariya Stenbolê ji destê Erdogan derket êdî dixwaze alioziya xwe derbixe derveyî sînor. Lê niha em li vir in û wek mertalên zindî li ser sînorin. Çareya me ew e ku em xwe biparêzin û nehêlin vîna xelkê me bi destê Erdogan bikeve.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojane Tirkiyeye li ser sînorê Rojava sewqiyata leşkeî dike. Bi taybet li Girê Spî û Serêkaniyê tang û topan bicih dike.