Însiyatîfa Gel: Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin em ê çalakiyan zêde bikin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin çalakiyan zêde bike. Însiyatîfê ji bo pêngava 'Edalet ji bo Kurdan' banga tevlîbûnê kir.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe wiha got:

"Derketina PKK’ê ji polîtîkayên dewletên dagirker ên li dijî gelê Kurd ne qut e, yekser bi van ve girêdayî ye. Polîtîkayên îmha û înkarê, her cure êrişên li ser gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê, polîtîkayên tunekirina nasnameya Kurd û girêdayî vê yekê êrişên qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gelê Kurd bingehên esasî yên vê derketinê ne. PKK dibêje 'Kurdistan mêtingeh e' û derketina xwe li ser esasê rizgariya gelê Kurd bi cih dike.

Di roja me de ji aliyê her kesî ve bi awayekî zelal tê dîtin, ji bo ku dilê dagirkerên Kurdistanê bê xweşkirin PKK di lîsteya terorê de hatiye bicihkirin. Yanî PKK ji ber binpêkirina mafan, binpêkirina zagonan di wê lîsteyê de nehatiye bicihkirin, bi temamî ji ber fikrên siyasî û berjewendiyên navdewletî bi şeklekî neadil û neheq tê sûcdarkirin. Ev rewşa neheq dibe sebeb ku di serî de dewleta Tirk, dewletên dagirker li her deverê êrişî Kurdan bikin û qirkirina çandî û fîzîkî bidomînin. Ango ev rewş tenê kesekî, partiyekê, tevgerekê nake hedef, têkildarî Kurd û Kurdistanê, doza azadiya Kurd û Kurdistanê kî û çi hebe hemûyan dike hedef. Tenê gelê Kurd û Kurdistanê jî nake hedef, hemû dostên Kurdan, hemû demokratan û hemû zagonên navneteweyî û navdewletî dike hedef.

'PKK ALIYEKÎ REWA YÊ ŞER E'

Jixwe herî dawî Dadgeha Bilind a Yekitiya Ewropayê û Dadgeha Edaletê ya li Luxemburgê di sala 2018’an de biryarên xwe dan. Diyar kirin ji ber ku Yekitiya Ewropayê di navbera salên 2014-2017’an de PKK di lîsteya terorê de hiştiye, neheqî kiriye. Dema ku li dadgehan meseleya terorîzmê hat testkirin jî di sala 2020’an de hat diyarkirin, nabe ku PKK wekî rêxistineke terorî bê dîtin, ji ber ku PKK di şer de aliyek e. Yanî PKK, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerê azadiya gelê Kurd dimeşîne. Lewma jî ev rewş êdî dikeve nav çarçoveya hiqûqa şer, nabe mijareke hiqûqa sûc. Li gel vê, Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî têkildarî PKK’ê biryara xwe da û diyar kir ku PKK ne rêxistineke terorê ye, PKK aliyekî rewa yê şer e.

Di dîrokê de tu tevger bi qasî PKK’ê serketî nebûye ku karibe bi milyonan Kurdan ji bo diyarkirina çarenûsa xwe rake ser pêyan. PKK ne tenê di nava gelê Kurd de, hem li Kurdistan, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li hemû cîhanê tevgera herî girseyî ye û di vî warî de tevgera herî xurt e. PKK di serî de Kurdistan ji bo hemû cîhanê xwedî paradîgmayekê ye û cîhaneke demokratîk, ekolojîk û jina azad dixwaze. Di vê çarçoveyê de gelek pêngav avêtine. Pêngavên di warê demokratîkbûn û azadîxwaziya jinan de avêtine, mirov dikare bi rehetî bibêje ku li hemû dinyayê bê hempa ne.

‘ÊRIŞÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ DIKIN’

Lê belê, dewletan bi navê “têkoşîna li dijî terorê” navê “terorîzmê” li vê tevgera ew qasî girseyî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze, kirine û bûne sebeb ku ev yek li dijî azadîxwazî û wekhevîxwaziyê wekî çek bê bikaranîn. Mînaka vê ya herî berbiçav jî dewleta Tirk a dagirker e. Vê dewletê ji bo ku karibe êrişên xwe yên li her derê yên li dijî Kurd û dostên Kurdan rewa nîşan bide hewl da li her derê PKK’ê bixe nav vê “lîsteya terorê”. Ev yek ji xwe re kir hincet, di serî de li Tirkiyeyê li her deverê nêzîkatiyên cudakariyê nîşan da, êrişên leşkerî da destpêkirin, di serî de parlamenter û şaredar, gelek kesayetên siyasî, rojnamevan, demokrat, muxalîf, rewşenbîr û ji her beşên civakê însan girtin û xistin zindanan. Gelek kiryarên qirkirina fîzîkî û çandî pêş xistin. Bi navê “terorîst” yan jî “têkiliya xwe bi terorê re heye” êrişî însanan, heta miriyan kirin. Êrişî rûmeta mirovahiyê kirin.

‘DIVÊ YE Û DYA PKK’Ê JI ‘LÎSTEYA TERORÊ’ DERXIN’

Li ser vî bingehî di 13’ê Kanûna 2021’ê de bi armanca PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin Însiyatîfa Navnetewî ya “Edalet ji bo Kurdan” dest bi pêngaveke navneteweyî kir. Zêdetirî hezar kesayetên navdar ji 30 welatên cuda tev li vê pêngavê bûn. Di nava van kesayetan de parlamenter, akademîsyen, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan hene. Em jî wek Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li vê pêngavê dibin. Ji bo ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bê rakirin di serî de organîzekirina meş û civînan, em ê bi hemû şêwazên çalakiyên demokratîk li hemû gund, bajar û saziyan xebatên xwe bê navber bimeşînin.

Em careke din bang li Yekitiya Ewropayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin ku PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxe da ku astengiya li pêşiya aştî, demokrasî û mafên mirovan rabe.”