Êzidiyên Efrînê: Mîna li Şengalê xwestin fermanê li me jî rakin

Heta niha 73 ferman li Êzidiyan rabûne, ku piraniya wan ji aliyê dewleta Osmanî ve hatine rakirin. Êzidî vê carê jî li Efrînê bû hedefa êrîşên dewleta Tirk.

Piştî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê, Kurdên Êzidî yên li Efrînê jî koçber bûn. Li 22 gundên Êzidiyan 25 hezar Êzidî diman. Piraniya Êzidiyên ji Efrînê koç kirin gotin, "Şengal anîn serê me". Zext li yên mayî tê kirin ku bi zorê bibin Misilman.

Heta niha 73 ferman li Êzidiyan rabûne, ku piraniya wan ji aliyê dewleta Osmanî ve hatine rakirin. Êzidî vê carê jî li Efrînê bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. Fermana destpêkê sala 1246'an ji aliyê Atabegê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû ve hate rakirin, fermana dawî jî ji aliyê AKP a Neo-Osmanî û DAÎŞ'ê ve hate kirin. Di hemû ferman û komkujiyan de Îslam hate bikaranîn.

Kurdên Êzidî ku navê "fermanê" li qirkirin û komkujiyên li wan hatiye kirin dikin, komkujî û hovîtiya dawî ya herî mezin, bi destê DAÎŞ'ê roja 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê ji dewleta Tirk dîtibûn. Ji ber destwerdana gerîlayên HPG û YJA Starê, dewleta Tirk nekarî bi destê DAÎŞ'ê Êzidiyan tine bike. Vê carê jî êrîşî Efrînê kir ku hejmarek ji Êzidiyan lê bûn.

Dewleta Tirk û komên wê yên çete, dema ku 20'ê Çileyê dest bi dagirkirina Efrînê kirin, 22 gundên Êzidî jî dagir kirin, gundên wan şewitandin, hilweşandin û talan kirin. Êzidiyên ku ji neçarî cih û warê xwe terikandine, li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê di nava şert û mercên giran de dijîn. Li gorî agahiyên Komeleya Êzidiyan a li Efrînê, beriya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk 25 hezar welatiyên Êzidî li Efrînê bûn. Piştî dagirkeriyê beşeke mezin a Êzidiyan neçar man bajêr biterikînin.

'DIVIYABÛ CÎHAN BÊDENG NEBÛYA'

Semîr Namir ku ji gundê Êzidiyan ê li Efrînê ji Feqîra koç kir û niha li Kampa Berxwedan a li Şehbayê dijî, anî ziman ku bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewlta Tirk re ji neçarî wan gund, cih û warê xwe terikandine, lê nexwestine ji Efrînê derkevin. Nasir diyar kir, dewleta Tirk êrîşî hemû Kurdan dike û got, "Dewleta Tirk û çeteyên wê çend mirovên li gundan mane kom dikin, wan bi zorê dibin mizgeftan û hewl didin bi zorê bikin Misilman. Divê cîhan li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne."

'BI SAETAN MEŞIYAM Û DERKETIM'

Emer Berekatî yê 72 salî ku piştî êrîşên dagirkeriyê neçar ma ji gundê Feqîra derkeve, diyar kir ku lingê wî seqet e lê tevî vê yekê jî neçar maye bi peyatî ji gund derkeve. Berekatî da xuyakirin, piştî ku balafirên şer bombe li gundê wan barandin, ew ji gund derketin û got, "Ne ji balafiran bûya ez ji gundê xwe dernediketim. Dema em derdiketin jî bombe li gund dibarandin. Bi vî halê xwe ez bi saetan meşiyam."

'ŞENGAL ANÎN BÎRA MIN'

Jineke Êzidî ya bi navê Fîdan jî diyar kir ku gundê wan Qestel Cîndo ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve bê navber hate bombekirin û piştî ku ji gund derketin wextekê li Efrînê man, lê dûre bi meşê ji bajêr derketin. Fîdan li ser sedema derketina ji Efrînê got, "Ji bo ol û namûsa me ji dest neçe, ji gund derketim. Şengal anîn bîra min. Keça min heye. Ez lê fikirîm û neçar ma cih û warê xwe biterikînim."

'ME HER TIŞTÊN XWE LI DÛ XWE HIŞTIN'

Jineke din a Êzidî ya bi navê Xatûn ku ji gundê Feqîra koç kir û li gundê Babilnês ê nehiya Fafînê dimîne, diyar kir ku wan her tiştên xwe li dû xwe hiştine û got, "Em Êzidî ne. Em tirsiyan ku tiştên li Şengalê hatin kirin li Efrînê jî bê kirin. Em vê qebûl nakin. Em niha li vir in. Me her tştên xwe li dû xwe hiştin."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI KU YE, GELO MIRÎ YE?

Ji Pîrên Êzidiyan Hemîd Şêx Îsa destnîşan kir ku dewlet Tirk û Serokkomarê Tirk Erdogan wê ti carî nikaribe wan ji rêya wan vegerînin û got, "Em ê ti carî bi ya wî nekin û li çar aliyên cîhanê belav nebin."

Pîr Hemû Şêx Îsa Neteweyên Yekbûyî rexne kir û got, "Neteweyên Yekbûyî li ku ye? Gelo mirî ye? Çima mîna miriyan e û li ber zilmê ranabin. Ev bêdengî şerma hemû cîhanê ye. Her zarokekî min li cihekî belav bûn. Em bêdengiya Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin."

BI ZORÊ MISILMANTÎ TÊ FERZKIRIN

Hevserokê Komeleya Êzidiyên li Efrînê Sûat Hiso jî bi bîr xist ku li Efrînê 22 gundên Êzidiyan hene û beriya dagirkeriyê zêdeyî 25 hezar Êzidî lê diman. Hiso diyar kir, piştî êrîşên dagirkeriyê beşeke mezin a Êzidiyan neçar man bajêr biterikînin û yên mayî jî di bin zext û zordariya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Sûat Hiso got, "Agahiyek îro ji me re hat. Li gundên Xezifa û Basûfanê, Êzidî bi zorê li mizgeftekê kom kirine û Misilmantî bi zorê li ser wan ferz kirine."

'GEF LI ME TÊ XWARIN'

Sûat Hiso bang li civata navneteweyî kir ku xwedî li Êzidiyan derkeve û anî ziman, gelek Êzidî ji aliyê artêş û çeteyên Tirk ve dîl hatine girtin. Sûat Hiso got, "Civaka me ya Êzidî îro dîsa koçber bûye. Xwestin tiştên li Şengalê kirin li vir jî bikin. Em li hemû gundên Şehbayê belav bûne. Gef li me tê xwarin. Tevî vê yekê jî em ê ti carî dest ji Efrînê bernedin."