Êrîşkarek li Reqayê hate girtin

Li herêma Cela ya Reqayê, kesekî ku êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî kir, bi birîndarî hate girtin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê, hêzên wan roja 5'ê Çileyê li herêma Cela ya li rojhilatê bajêr, di dema operasyonê de kesekî ku hewl dida tirsê bixe dilê welatiyan û ewlekariya giştî xera dikirin, girtine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Vî terorîstî bi çek û motorsîkletê êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên me kir. Hêzên me bersiv dan êrîşkar û êrîşkar birîndar kirin. Piştre jî ew zevt kirin. Di êrîşê de endamekî me birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê."

Hat ragihandin, ji ber êrîşê zerar li sivîlan nebûye.