Êrîşên Tirkiye û bêdengiya li hemberî vê protesto kirin

Êrîşên Tirkiye ya li ser Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî protesto kirin. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê li dijî her cûre pîlanên faşîzan li ber xwe bidin.”

Şênî û endamên komîn û saziyên herêma Efrînê li navçeya Til Rifetê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan, şermezar kirin.

Endama Meclîsa Navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê Fatime El-Helaq daxuyanî xwend û got: “Bi navê gelê berxwedêr ên navçeya Til Rifetê, bi navê her welatiyekî Sûriyê welatparêz û bi axa xwe ve girêdayî û bi navê kesên ku xwe fedayî ax, rûmet û namûsê kirin, em ji bajarê Til Rifat sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên hovane yên li dijî gelên herêmê şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Tu roj derbas nabin bêyî ku dagirkeriya Tirk sûcên xwe yên topbaran, kuştina zarokan û rûxandina avahiyên tenduristî pêk neîne. Dagirkeriya Tirk li eniyên şer û qadan tenê şer nake û sûcên xwe li diji sivîlan jî pêk tîne, ji ber vê yekê jî ew dijmineke tirsonek e.

Rojane dewleta Tirk a dagirker sûcên nû li dijî gelê Sûriyê, pêk tîne. Ev yek li pêşberî çavên civaka navneteweyî tê kirin, bêyî tu welatek an rêxistineke navneteweyî tu biryaran bidin an van sûcan şermezar bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li ser xaka Sûriyê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.