Newal Egîd Koçer a ku li pey banga seferberiyê ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike ji çiyayên Botanê derbasî Kobanê bû, diyar kir ku divê îro jî weke 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li dijî êrîşan helwesteke hevpar bê nîşandan.
Îro Roja Kobanê ya Cîhanê ye ku di 1'ê Mijdara 2014'an de bi banga “Ji bo Kobanê û mirovahiyê seferberiya cîhanî” hate îlankirin. Yek ji navên li eniya herî pêş a berxwedana Kobanê Newal Egîd Koçer bû. Newal Egîd Koçer ku di sala 2014'an de ji çiyayên Botanê beşdarî şerê Kobanê bû, şeva 15'ê Îlona 2014'an gihişt Kobanê. Di şerê Kobanê de 5 mehan li dijî DAIŞ’ê şer kir. Roja piştî operasyona Girê Miştenûrê di 20'ê Çileya 2015'an de ji qirik û serê xwe bi giranî birîndar bû. Newal ku 3 mehan di lênihêrîna giran de ma, di 25'ê Kanûna 2015'an de vegeriya Kobanê. Newal Egîd Koçer berxwedana ku bûye şahidê wê, birînên ku di berxwedanê de girtiye û girîngiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANF'ê re nirxand.
MIN SOZ DABÛ, DIVÊ NÎVCO NEMAYA
Newal der barê pêvajoya derbasbûna ji Botanê bo Kobanê de wiha got: "Dema ez li Botanê bûm, min bihîst ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kirine û me bi hevalên xwe re nîqaş dikir. Mirov dihatin qetilkirin, warên wan dihatin dagirkirin û zorî koçberiyê dibûn. Hovîtiya DAÎŞ'ê, dizanim, dibînim temaşe dikim lê nekirina tiştekî li zora min diçû. Weke miroveke Kurd dema min berê xwe da çiyayên azad, min soz dabû malbata xwe, gelê xwe û bi taybetî zarokan. Çi dibûya bila bibûya wê ji bo heqîqet û rastiya gel têbikoşiyama. Divê min soza xwe bi cih bianiya. Ez ber bi Kobanê ve bi rê ketim, rêyeke hêsan nîn bû. Beriya ku bigihêjim Kobanê îhtîmala şehadetê hebû lê min sozek dabû diviya nîncû nemaya. Di dema êrîşa dijmin a bi bombeyên gazê û çekan de bi dijwarî be jî min xwe gihandiye Kobanê, lê ji koma me ya 50 kesî 2 welatparêz birîndar bûn, niha navê wan nayê bîra min, lê tenê ez dizanim guleyekî jî neteqandibûn. Bi hesta welatparêziyê ji bo tevlî berxwedana Kobanê û parastina wê derketibûn rê."
JI 50 HEVALAN 47 JÊ ŞEHÎD BÛN
Newal ê di 15'ê Îlonê saet 02.00'an de derbasî Kobanê bû ev tişt anî ziman: "Me tenê rojekê bêhna xwe da. Ya rast ji ber ku pevçûnên dijwar rû dan zêde bû. Piştî ku diyar bû wê kî biçe kîjan eniyê ez derbasî hêla Qulbe (başûr) bûm. Beriya ku ez cihê xwe bigirim di Îlona 2014'an de, min bihîst ku kurê mamê min Halît Kaçar (Memyan Botan) şehîd bûye. Ji zûde bû me hevûdu nedîtibû. Ne li Kobanê jî, her çendî ji çiyayan ber bi bajaran daketin jî xerîb bû, lê ji ber erka xwe ez zû bi hevalên xwe re û hem jî bi awayê şer re hînbûm, zêde nayê bîra min. Di şer çi bûbû çi hatibû jiyîn ji ber ku min ji serê xwe min derp xwaribû, tenê kêmasiyên min tên bîra min. Ev jî bi saya hevalên me bû. Ji wan hevalan gelekê wan dijîn. Li gel wan tabûrên tevgerîn de ji 50 hevalan 47 jê şehît bûn."
LI MIŞTENÛRÊ BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ
Newal anî ziman ku dema Miştenûr hat rizgarkirin wan bi dîlaneke demeke dirêj li ser navê şehîdan dirûşm berz kirin û wiha got: "Em hem xemgîn bûn, hem jî kêfxweş bûn. Em di heman demê de du hestan bi hev re dijiyan. Miştenur hatibû rizgar kirin, lê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam bûn, êrîş bi taktîkên sabotaj, sûîqest û bi ketina hundir pêk dihatin. Miştenûr rizgar bûbû. Me bi dilê xwe govenda xwe gerand, û roja din ji bi guleya sûyîqestê ji nûkteya girê Miştenûrê ji qirika xwe birîndar bûm û ji serê xwe min darbe girt. Ez birîndar bûm, lê min rizgariya Miştenûrê dît û wiha got: “Piştî dermankirina 9 mehan di 25ê Kanûna 2015’an de careke din gihaştim Kobanê.
YPJ'Ê RUHÊ SERKETINÊ DA JIYÎN
Newal bal kişand ser rola jinan a di berxwedana Kobanê de û wiha got: "Jina Kurd di şer û berxwedanê de hem bi pêşengiya şer û hem jî bi rasterast tevlîbûna nasnameya YPJ'ê bala gelên cîhanê kişand ser xwe. Arîn Mîrkan û Rêwan Kobanê. Kobanê, YPJ û YPG'ê teslîmî kesên ku difikirîn ku dê berxwedan wê bişkê, peyama ji radestiyê re na, û berdewamkirina berxwedanê dan. Ev Peyama fedakarî û ruhê serketinê bû. Jinan bi berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûnê serkeftinê bi dest xistin.
Newal got, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, berxwedana li dijî hovîtiya DAIŞ'ê cîhan ji xetereya DAIŞ'ê rizgar kir, hat afirandin."
Newal bal kişand ku êriş ber bi herêmê ve hê jî berdewam in û vana lê zêde kir: "Heta ku Rojhilatê Sûriyê bê rizgarkirin gelek bedêl hatin dayîn. Gel komkujiyan re derbas bûn gelek kes ji komkujiyê vegeriyan. Pêşî qirkirina fizîkî hat girtin, lê gelê herêmê gelek êş kişand. Jiyana xwe berdewam dike. Çawa ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin û gelên herêmê piştgirî danê, îro jî pêwîste li dijî êrîşan bi tevahî xwedî helwest bin. Gefên dagirkeriyê hê bi dawî nebûye, divê di asta cîhanî de seferberî bê ragihandin."