Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şehba û Til Temirê barand. Bi şev jî herî kêm 13 caran bombe li Şera û Şehbayê barand.

Dewleta Tirk bi dema herêmî saet di 11:20'î de bombe li gundên Medûnê û Radar ên Şehbayê barand.

Saet di 09:30'î de jî bi obus û hawanan bombe li gundên Dirdara û Qibur El Xeracina yên Til Temirê barand. Li ser êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.

Lê belê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk şeva Yekşemê 8 caran bombe li gundên Şerayê barandin. Her wiha 5 caran jî bombe li Şehbayê barandin. Hate ragihandin ku li nêzî gundê Bêlûniyê yê Şehbayê 4 leşkerên Şamê birîndar bûne.