Di sala 12'an a Şoreşa Rojava de dewleta Tirk êrîşên giran dike û li hemberî van êrîşan jî berxwedaneke mezin heye. Şoreş vê hêza xwe ji berxwedan, felsefeya azadiyê û pîvana hêza xwe ya destpêkê werdigire.
Şoreşa ku 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê destpê kir û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav bû, di demeke kurt de bû hedefa êrîşên hêzên çete yên 'Artêşa Sûriyeya Azad' (OSO); Îxwan, Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê ku di bin bandora Tirkiyeyê de bûn. Meclîs û hêzên parastinê hînê nû ava bûbûn û ti derfet nebûn. Di nava şert û mercên bi vî rengî de di çarçoveya felsefe û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî êrîşan berxwedaneke mezin hate nîşandan. Di 26-27'ê Cotmeha 2012'an de Şoreşa Rojava li dijî êrîşên çeteyên Tirkiyeyê dest bi berxwedana xwe ya destpêkê ya leşkerî kir. YPG, ku hîn haya Kurdan û mirovahiyê jê tune bû, li taxa Eşrefiyê ya Helebê û li girê gundê Qestel Cindo yê Efrînê çeteyên OSO têk bir.
Pêla êrîşê ku bi plansaziya Tirkiyeyê di 26'ê Cotmeha 2012'an de bi qetilkirina xelkê taxa Eşrefiyê ya ji aliyê komên çete yên OSO destpê kir, bi armanca dagirkirina Efrînê di 27-30'ê Cotmehê de li qada Qestel Cindo belav bû. Hêzên çete yên OSO, Îxwan, Nûsra û DAÎŞ ku wekîltî ji dewleta Tirk re dikirin, xwedî wê planê bûn ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ev plan destpêkê li Efrînê hate têkbirin. Karker Efrîn ku wê demê di nava Fermandariya YPG'ê ya Efrînê de bû, qala destpêkirina êrîşên OSO yên wê demê yên li ser Şoreşa Rojava kir.
DESTPÊKÊ ÊRÎŞ BIRIN SER TAXA KURDAN A LI H ELEBÊ
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tevî ku di nava xaka Rojavayê Kurdistanê de nîne, ji ber ku ji aliyê cografîk ve gelekî nêzî Efrînê ne û piraniya şêniyên wê Efrînî ne, tevlî nava şoreşê bûn. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re li herdu taxan meclîsên gel û hêzên parastinê hatin avakirin. Di Cotmehê de YPG hîn nû ava dibû.
Di 25'ê Cotmeha 2012'an de hin ji komên OSO ketin nava taxa Eşrefiyê û hewl dan ku li vir bi cih bibin. Şêniyên taxê ji bo şerê navbera OSO û rêveberiya Şamê derbasî nava taxê nebe, qebûl nekirin ku OSO li taxê bi cih bibe.
Di 26'ê Cotmehê de rêveberiya Şamê li dijî çeteyên OSO yên hewl didan li taxê bi cih bibin êrîşa hewayî kir û di encamê de sivîlên li taxê jî jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê şêniyên taxê hem ji bo şermezarkirina çeteyên OSO hem jî şermezarkirina êrîşa hewayî ya Şamê meşek lidar xistin. Di dema xwepêşandanê de hêzên OSO ku komên çete yên mîna Selahaddîn Eyyubî ya ser bi ENKS jî di nav de bûn, gule li gel reşandin. Di vê êrîşê de 10 kes şehîd bûn, 25 kes jî birîndar bûn.
DEMA KU DÎLGIRTÎ TESLÎM KIRIN, KEMÎN DANÎN
Piştî vê komkujiyê, YPG'ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest li çeteyên OSO werda. Heta derengiya êvarê şer qewimî. Di vî şerî de 20 çeteyên OSO hatin kuştin, şervanekî YPG'ê şehîd bû. Di encama şer de gelek çeteyên OSO tevî çekên xwe ketin destê YPG'ê, yên din jî mirî û birîndarên xwe hiştin û reviyan. Di dema şer de navbeynkaran bi şertê ku êrîşkar xwe nêzî herêmên Kurdan nekin mirî û birîndar xwestin.
YPG bi erênî nêzî vê daxwazê bû û li ser vê yekê komek ji şervanan ên bi pêşengiya Fermandar Şaha Elî Ewdo (Nûjîn Dêrik) ji bo mirî û birîndaran teslîm bike çû cihê hate diyarkirin. Lê belê çeteyên Selahaddîn Eyyubî li wê nuqteyê kemîn danîbûn û piştî ku mirî û birîndarên xwe wergirt, bombe li YPG'iyan barand û bi çekê êrîş kir. Di şer de Nûjîn Dêrik bi birîndarî ji aliyê çeteyan ve hate revandin.
YPG LI EFRÎNÊ JÎ KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Dema ku OSO li Helebê êrîşî Kurdan kir, YPG li Efrînê jî kete nava liv û tevgerê. Derfet û çek gelekî kêm jî bin YPG'ê di Tîrmeha 2012'an de li Cindirês a Efrînê tabûrên xwe ava kir û mezin dibû. Ji Efrînê hêz şand Helebê û YPG'ê rêyên ber bi Efrînê ve birî. Heta êrîşa li ser Eşrefiyê hêzên OSO dikarîbûn biçûna Efrînê û jê derketibûna. Lê belê Meclîsa Gel a li Efrînê û YPG li gorî xeta Şoreşa Rojava tevdigeriyan, tevlî rêveberiya Şamê û OSO nedibûn. Lewma ji bo şer derbasî Efrînê nebe destûr nedidan ku OSO li Efrînê bi cih bibe.
Karker Efrîn ku hingî di nava Fermandariya YPG'ê ya Efrînê de bû, qala têkiliya bi OSO re ya heta êrîşa li ser Eşrefiyê kir: "Heta wê demê me destûr nedidan ku OSO li Efrînê bi cih bibe, lê belê me dihişt ku bên bajêr û biçin. Navbera me bi hêzên OSO yên li Ezazê re ne xerab bû. Berê rejîmê êrîşî Ezazê kiribû û şerekî giran qewimî bû. Xelkê li Ezazê reviya bû Efrînê û Efrîniyan cih dabûn wan. Lê belê dema ku êrîş bû, me ne tenê hêz şand Helebê, di heman demê de hemû rêyên ber bi Efrînê me girt. Êdî yên ku dihatin bajêr me ew digirt û radestî asayîşê dikir. Lê belê asayîşê ew berdida. Weke YPG armanca me ew bû ku hevalê me bê berdan."
'AGAHÎ HAT KU WÊ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKIN'
Hêzên YPG'ê yên li Efrînê hem ji bo parastina Eşrefiyê hem jî berdana hevalên xwe di nava liv û tevgereke mezin de bûn. Nûjîn Dêrik ji aliyê çeteyan ve radestî MÎT'ê hatibû kirin û ew biribûn Tirkiyeyê.
Haya YPG'ê wê demê ji vê rewşê tune bû. Tirkiyeyê bi rêya çeteyên OSO planeke mezin amade kiribû û Efrîn ji xwe re kiribû hedef.
Fermandarê YPG'ê Karker anî ziman ku rojek piştî êrîşa li ser Eşrefiyê wan agahî wergirt ku wê êrîş li ser Efrînê bê kirin û got, "Di 27'ê Cotmehê de me dest ji nuqteya kontrola rê berdan û çûn nava bajêr. Em li Navenda Şehîd Xebat bûn. Nîvê şevê welatparêzek ji Ezazê hat û got, 'Li Ezazê amadekariyeke cidî dikin, wê êrîşî we bikin. Di bin fermandariya Omer Dadîhî de 11 kom bûne yek û wê êrîşî we bikin'. Me jî hewl da vê agahiyên piştrast bikin, lê nekarî agahiyê werbigirin. Piştî ku me rejîm ji bajêr derxist di destpêka sala 2012'an de me 12 heval li ser Girê Qestel Cindo bi cih kiribû. Komek ji hevalên YPG'ê jî li nuqteyên kontrolê yên navbera Qestel û Marîneyê bû. Her wiha me li xeta Kefercene û Qitmeyê jî hin nuqteyên kontrolê ava kiribûn. Hin ji wan YPG lê bû, hinek ji wan jî ji aliyê asayîşê ve dihatin kontrolkirin. Me agahî piştrast nekir, lê belê dîsa jî me hişyarî dan hevalên xwe ku li hemberî êrîşê hişyar bin. YPG'ê wê demê li Kobanê li hemberî kesên ku esrar diçandin operasyon dikir. Ji Efrînê jî hêzên YPG'ê tevlî vê operasyonê bûbûn. Ez jî diçûm serdana malbatên hevalên çûbûn operasyonê. Ez li malbatekê bûm, agahî hat ku êrîş li ser nuqteya kontrolê ya li gundê Qestel Cindo hatiye kirin. Ji gel malbatê çûm. Tîmeke me ya amade hebû, lê belê hemû jî ji hevalên nû pêk dihat. Em bi wan re çûn girê Qestelê. Me dît ku li nuqteya kontrolê ya Qestelê şer destpê kiriye."
'XELKÊ GUNDÊ QESTELÊ TEVÎ YPG'Ê LI BER XWE DA'
Karker Efrîn diyar kir ku hêzên YPG'ê li OSO xistin ku êrîşî nuqteya kontrolê ya Qestelê kirin û got, "Hevalan wesayiteke doçka îmha kirin, hin endamên OSO hatibûn kuştin. Hêza ku bi hawara wan ve hat hin bajar bi dest xistibû. Lê belê hevalan li nuqteya kontrolê pêşî li wan girtibûn û nedihiştin ku bi pêş ve biçin. Ketibûn nava nuqteyê lê belê hevalan lê xistin û ew ji wir derxistibûn.
Piştî ku em çûn wê derê, me got 'Em biçin ser gir, gir ewle bikin'. Ji bo me ya herî girîng girê Qestel Cindo bû. Li binê gir jî gundê Qestelê hebû. Nuqteya kontrolê jî li Marîneyê bû. Li Marîneyê şer qewimî bû. Li ser gir hînê şer neqewimî bû.
Roja destpêkê şer li gund dewam kir. Di wî şerî de gel jî rahişt çekê û bi alîkariya hevalan hatibû. Extiyarekî 70 salî jî rahiştibû çeka xwe û tevî hevalan li dijî çeteyan şer dikir. Li ser girekî ketibû çeperê. Hevalan gelekî xwestin ku wî vegerînin, lê belê heta dawiya şer neçû. Digot, 'Ez bi we re me, ji we ne hêjatir im. Ez ê welatê xwe biparêzim'.
Hevalan bi rastî jî li gundê Qestelê rola xwe baş bi cih anîn. Derbên giran li çeteyan xistin. Çend wesayitên çeteyan îmha kirin. Gelek ji çeteyan hatin kuştin."
'BI HEVALÊN CIWAN RE ME GIRÊ QESTELÊ EWLE KIR'
Êrîşa OSO ya li ser Efrînê bi êrîşa li ser gundê Qestelê û bendên kontrolê destpê kiribû, lê belê YPG li bendê bû ku êrîşa esasî li ser Girê Qestel Cindo bê kirin. Girê Qestel Cindo ji bo parastina Efrînê gelekî stratejîk e, girekî bilind e. Karker Efrîn û tîma YPG'ê yekser çûn ser gir, çûn gel hevalên li vê derê.
Li ser girîngiya gir, Karker Efrîn got, "Gir ji dest biçûya ne gund ne jî Efrîn dima. Girê Qestelê li cografyayeke gelekî stratejîk bû. Aliyekî xwe Kîlîs, aliyek Ezaz bû. Hemû jî di heman mesafeyê de bû û li ser hemûyan jî serwer bû. Li binê gir jî gundê Yazibag hebû. Dema ku êrîş dikirin li wir li hev kom dibûn. Dema ku em gihîştin ser gir, nêzî 10 hevalên ciwan li ser gir bûn. Hemû jî beriya çend mehan perwerdeya şervanên nû qedandibûn. Ez bi xwe tevî 8 hevalan çûbûm. Piştî ku gihîştin ser gir, min hemû xist nava çeperê.
Ya rast çeper jî tune bû. Hevalan çend qenal çêkiribûn û ser wê girtibûn. Çeperek ku em tê de şer bikin tune bû. Hevalan çend kevir danîbûn ser hev û çeper çêkiribûn."
27'ê Cotmehê li ser gundê Qestel Cindo û bendên kontrolê êrîş hate kirin jî êrîş li ser Girê Qestel Cindo nehate kirin. Lê belê piştî rojekê ev herêma ku qet şer lê neqewimî bû wê li êrîşên giran rast bihata ku 2-3 rojan dewam bikira."
Beşa 2'yemîn: Serketina bawerî û hêza xwe