Êrişên dagirkeriyê li ser gundên Şerayê
Dewleta Tirk a dagirker 3 gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker 3 gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şiwarxa, Malikiyê û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.
Dagirkeran beriya 2 saetan gundên Mealîk û Cedîda, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 bomberdûman kiribûn û hatibû ragihandin ku li gundê Cedîda jî birîndar hene.