Êrîşên dagirkeriyê li Qamişlo hatin şermezarkirin

Bi meşekê ya ku li bajarokê Tenûriye ya Qamişlo hate kirin, êrîşên dagirkeiryê yên dewleta Tirk a li ser bakur û Rojhilatê Sûriye û Efrînê şermezar kir.

Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve bi dehan şêniyên bajarokê Tenûriyê yê girêdayî Qamişlo daketin qadan û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kirin.

Di meşê de zarokan wêneyên zarokên Efrînê yên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hildan.

Li aliyê rojavayê bajarok meş veguherî mîtîngê û li wir Hevseroka Meclîsa bajarok Fatme Casim axivî û sûcên artêşa Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk komên çeteyan şandin Sûriyê, piştre destwerdana Sûriyê kir û xaka wê dagir kir."

Meş bi diruşmên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê û bemire faşîst Erdogan bi dawî bû.