Êrîşên dagirkeriyê li dijî Şerawa û Şerayê berbelav dibin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi ser navçeyên Şêrawa û Şera yên Kantona Efrînê li qadeke berfireh belav kir.

Dewleta Tirk a dagirker, ji saet 19.30’an ve êrîşên xwe yên qirkirinê yên bi ser navçeyên Şêrawa û Şera yên Kantona Efrînê li qadeke berfireh belav kir.

Gundên Benê, Meyase, Soxanekê, Aqîbê, Dêrcimêlê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawa yên Kantona Şehbayê û gundên Kefer Anton, Îrşadiye, Kestarê û Tinibe yên navçeya Şera ya Kantona Efrînê; Li aliyê din gundê Tawîle yê Til Temir ê girêdayî Kantona Hesekê dide ber bombeyan.