Êrîşên dagirkeriyê: Gelek saziyên xizmetê hatin hedefgirtin
Konseya Rêveber a Îdareya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de gelek saziyên xizmetê hatin hedefgirtin.
Konseya Rêveber a Îdareya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de gelek saziyên xizmetê hatin hedefgirtin.
Konseya Rêveber a Îdareya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber Talet Yûnis û Hevseroka Desteya Perwerde û Talîmê Gulistan Îsmaîl ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku artêşa Tirk 12-14’ê Kanûnê binesazî, cihên ximzet û stratejîk ên li navçeyên Dêrik, Tirbespî, Rimêlan û Çilaxa yên Kantona Cizîrê bombebaran kiribû.
Konseya Rêveber diyar kir ku di encama êrîşên dewam dikin de saziyên xizmetê yên ku av, elektrîk û çandiniyê dabîn, ji xizmetê hatin derxistin.
Konseya Rêveber diyar kir ku ev êrîşên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, ji bo têkoşîna li dijî terorê dibe asteng û hat destnîşankirin ku wê li dijî êrîşan piştevanî û berxwedanê were xurtkirin.
Rêveberiya Xweser a Kantonê bang li hêzên aktîf ên li Sûriyeyê, civaka navneteweyî, saziyên hiqûqê û mirovî kir ku dawî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker bînin û ji ber sûcên wî yên dermirovî hesabê jê bipirsin.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku li dora saziyên xwe kom bibin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.