Êrîşên artêşa Tirk li ser Herema Efrînê didomin

Di encama bersivdayîna hêzên YPG/YPJ`ê êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, çeteyekî artêşa dagirker birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji  bajarê Ezazê, gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şerayê ya kantona Efrînê topbaran kirin. Her wiha li heman herêmê gûndê Fîlat Qadî jî bi çekên giran topbaran kirin. di encama topbarana çeteyan de, zerar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Li aliyê keleha Seman jî, çeteyên artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Basfonê yê girêdayî navçeya Şerayê ya kantona Efrînê ya herêma Efrînê topbaran kirin.

Dîsa artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên doçka û obûsan Girê Şehîd Barîn a herêma Cindirêsê gulebaran kirin. Şervanên YPJ û YPG`ê jî bersiv dan û komek ji çeteyan li benda kontrolê ya  li bajaroka Etma ya parêzgeha Idlibê  kirin hedef.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, di encama bersivdayîna YPG û YPJ`ê, çeteyek li benda kontrolê ya Etma birîndar bû.

Ji aliyekî din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  bajarokê  Mari, gundên Şêx Îsa, Herbel û Semoqa yên girêdayî kantona Şehbayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.