Êrîşa li ser Minbicê hate têkbirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Bab û Minbicê, bi berxwedanê êrîşa dagirker a komên çete ya ‘Kalkan Firatê’ ya li ser gundên bakurê rojavayê Minbicê têk bir.

Çeteyên "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî xeta eniya gundê Erîma yê nêzî girê Korhyok kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerîe ya Babê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrîşan dan û êrîş têk birin. Li hin nuqteyan şerê dem dem rû dide.

Ji aliyekî din ve çeteyên dagirkeriya Tirk bi çekên giran êrîşî gundê Toxa yê Minbicê kirin. Du leşkerên rejîma Sûriyê ji aliyê sekvanên çeteyên dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Çeteyan her wiha êrîşî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê yên li derdora girê Seyada yê Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dan û çete neçar kirin ku vekişin.