Êrişa dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê: 2 zarok û 2 jin birîndar bûn

Li gundewarên Eyn Îsayê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 zarok û 2 jin birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, di topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya doh li Eyn Îsayê hate kirin, li gundê Erîmatê yê li rojavayê Eyn Îsayê 2 jin û 2 zarok birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Nebîl El-Talib (2), Rexed Elî (15), Suha Îsa El-Feyad (21), Bera Omer Hisên (18). Her wiha hate ragihandin ku birîndar li nexweşxaneya Reqayê têne dermankirin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh bi şev bi dijwarî gundên Hoşan, Dixêlîb, Xalidiyê, Dibis û Mielek ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê, bajarokê Hîşê, rêya M4, gundên Fatsa, Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê navçeyê topbaran kirin.