Êrîşa artêşa Tirk hatin şikandin

Îro artêşa Tirk a dagirker hawel da xwe bigihîne Çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê û êrîşî nuqteyên şervanên YPG/YPJ’ê kirin. Di bersivdayîna şervanan de êrîş hate şikandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker kete nava hewldanên xwe bigihîne Çiyayê Gir a navçeya Bilbil a girêdayî Herêma Reco ya bi ser Kantona Efrînê ve ye. Li gel vê hewldanê jî artêşa Tirk bi çekên giran nuqteyên şervanên YPG/YPJ’ê toparan kirin.

Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê şer derekt. Di encama berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê de êrîş hate şikandin û çeteyên artêşa Tirk ji herêmê vekişiyan.

Di derbarê encamên şer de heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.