Meheke êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li hember Efrînê qediya. Duyemîn artêşa mezin a NATO'yê, deh hezaran çeteyên pê ve girêdayî û teknolojiya şer a herî dawî li Efrînê çawa tar û mar bû? Çîroka beşdarên berxwedanê bersiva vê ne. Çîrokên Berxwedêrên Serdemê yên di eniyên şer de, vîna azadiyê çawa her şêweyê sîlehên şer bêbandor dike? Em ê van bi we re parve bikin.
ENIYA FÎRARAN: CINDIRÊSÊ
Piştî êrîşên dewleta Tirk bi çar rojan ji hewayê û bejayî herî zêde êrîş li hember navçeya Efrînê Cindirêsê pêk hatin. Em li wir bi komeke şervanên YPG/YPJ'ê re diaxivin û em Xebat Kobanê li wir nas dikin. Piştî ku me kêmekî sohbet kir, em hîn dibin ku çawa êrîşên li hember Efrînê dest pê dikin Xebat ji Kobanê fîrar dike û tê Efrînê. Li gorî agahiyên me li wir bi dest xist Cindirêsê "eniya kesên fîrar kirine".
JI BERXWEDANA KOBANÊ BER BI BERXWEDANA EFRÎNÊ
Pêşî Xebat israr dike û dibêje "Di vê berxwedanê de hevalên hê bêhtir ked dane hene, bila ew biaxivin". Lê her çiqas zehmet bê jî em wî qanex dikin û di mewziya xwe de dipeyive. Xebat ji Kobanê ye. Di berxwedana Kobanê de cih girtiye û carekê li wir birîndar bûye. Piştî ku Kobanê bi ser ket, wî meşa xwe ya azadiyê dewam kiriye û bi dorê tevlî pengavên Girê Spî, Minbic, Tebqa û Reqayê bûye. Bi giştî sê caran birîndar bûye. Niha jî di berxwedana Efrînê de cih digre.
RÊWÎTIYA 2 SAETAN
Lê belê bi hêsanî nikarîbû tevlî berxwedana Efrînê bibe. Li gorî gotinên Xebat, fermandarên wî yên li Kobanê nehiştine ku bê Efrînê. Ji ber ku xwişka wî dihate Efrînê û ji heman malbatê divê du kes nebin. Xebat Kobanê diyar dike ku ew vê qebûl nake û dibêje: "Min israr kir, lê nebû. Piştre min jî rêyek dît. Min xwe di baxaja wesaîtekê de veşart û piştî du seat û nîvan hatim Efrînê."
LI EFRÎNÊ PARASTINA KURDISTANÊ HEYE
Xebat li eniya Cindirêsê ye û xwişka wî jî li eniyeke ku şer lê dijwar e, li Raco ye. Xebat derbarê vê de wiha dipeyive: "Xwişka min li wir bi hevrêyên xwe yên YPJ'ê li ber xwe dide, ji bo dagirker derbas nebin." Piştre jî bi van gotinan behsa girîngiya vê berxwedanê dike: "Gelê Kurd divê zanibe ku ev şer şerê man û nemanê ye. Li Efrîne ne tenê parastina Efrînê tê kirin, parastina tevahiya Kurdistanê tê kirin. Çar parçeyê Kurdistanê tê parastin."