Çeteyên Tirkiyeyê kesekî sivîl li pey wesayîtê kişandin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê kesekî sivîl ê bi navê Xelîl Husnî li pey wesayîtê girêda û piştre bi erdê re kişand.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê sûcê mirovayetiyê dikin. Li gorî agahiyên ku Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo daye çeteyê bi navê El Şamiye,  sivîlê bi navê Xelîl Husnî yê ji gundê Mîrkanê bi wesayîtê girêda û heta navçeya Mabatayê bi erdê re kişand.

Şêxo diyar kir ku ev kirinên hovane yên dermirovayetiyê bi fermana Tirkiyeyê tê kirin û dewleta Tirk bi zextan dixwaze gelê herêmê koçber bike.

Hate diyarkirin ku çeteyê bi navê El Hemze jî li Xezalê Selma ya ji gundê Basûfanê da û ew avêt Zindana Îskayê.