Çeteyên Tirkiyeyê helîkopterên Rûsyayê xistin xwarê!
Hat ragihandin, komên çete yên ser bi Tirkiyeyê li bakurê Helebê 3 helîkopterên Rûs xistin xwarê.
Hat ragihandin, komên çete yên ser bi Tirkiyeyê li bakurê Helebê 3 helîkopterên Rûs xistin xwarê.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre 'çavkaniyên leşkerî' li bakurê Helebê 3 helîkopterên Rûs ji aliyê komên çete yên Tirkiyeyê ve hatin xistin.
Hat ragihandin, helîkopterên Rûsyayê piştî ku li herêmê firiyan vedigeriyan baregeha xwe ya li herêma Efrînê û di vê kêliyê de hatin xistin.
Di nûçeyê de hat gotin, helîkopterên Rûs li gundê Til Nisêbîn ê li bakurê Helebê hatine xistin û mirî û birîndarên leşkerên Rûs hene.
Tê gotin, di helîkopterên hatin xistin de leşkerên payebilind ên Rûs jî hebûn.