Çeteyên Tirkiyeyê li Serêkaniyê ciwanek qetil kir

Çeteyên Hamzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê ciwanek qetil kir.

Li gorî agahiyên ku ANHA’yê ji çavkaniyên herêmê girtîn, çeteyên girêdayî dewleta Tirk roja 24’ê Kanûnê di seat 21:00’an de li gundê Xirbet Hemîd ê li rojhilatê Serêkaniyê avêtine ser malan. Di serdegirtinan de ciwanê bi navê Yehya Îbrahîm El Îsa ji aliyê çeteyan bi sedemek nediyar hatiye revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku cenazeyê wî cîwanî doh sibehê li dora gund hatiye dîtin û li ser bedena wî şopa guleyan heye.