Çeteyên Tirk li Efrînê ciwaneke din revand
Li Efrînê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ciwanê bi navê Ednan Ebdûlhenan revand.
Li Efrînê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ciwanê bi navê Ednan Ebdûlhenan revand.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. Çete û leşkerên Tirk li gundê Mezin ciwanê bi navê Ednan Ebdûlhenan yê 27 salî revand.
Li gorî gahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi îdîaya Ednan bi rêveberiya xweser re di nava têkiliyan de ye revandine.
Li aliyê din hate ragihandin ku çete û leşkerên Tirk li navenda bajar êşkence li kesekê kirine û hemû pereyên di berîka wî de xesp kirine û dest danîne ser weyîta wî.