Çeteyên Tirk li Efrînê 400 darên zeytûnan birîn

Dagirkeran li Efrînê 400 darên din ên zeytûnan birîn.

Li gorî agahiyên ku xelkê Kantona Efrînê dane, li gundê Kefercenê yê navçeya Şera ya Efrînê gelek darên zeytûnan ji aliyê çeteyan ve hatine birîn.

Heman çavkaniyê ragihand ku komeke çeteyên Lîwa El-Weqas li gundên Senarê û Hêkêçe yên navçeya Şiye ya Efrînê jî 400 darên zeytûnan ên 40 salî birîne.

DARÊN HATINE BIRÎN

“ 70’î darên zeytûnê yên Hesen Sebrî ji gundê Senarê, 50’î darên zeytûnê yên Luqman Qazirqlî Dalo ji gundê Hêkêçe, 40 darên zeytûnê yên Mistefa Mihemed Hesen ji gundê Hêkêçê, 100 darên zeytûnê yên Welîd Suleyman Îbrahîm ji gundê Hêkêçê û 150 darên zeytûnê yên Mihemed Suleyman Îbrahîm ji gundê Hêkêçe ne.”

10 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATINE BIRÎN

Dewleta Tirk dagirker bi vê yekê hewl dide demografiya herêmên dagirkirî bi rêya neçarkirina şêniyan a hiştina malên xwe û desteserkirina milkiyetên wan, biguherîne. Li gorî serjimariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê tevî çeteyên xwe, zêdetirî 10 hezar darên zeytûnê birîne.