Çeteyên Erdogan cara sêyemîn Nesrîn Mihemed revand

Çeteyên Sûltan Silêman Şah (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Mabatayê ya Efrînê, sê caran bê sedem Nesrîn Mihemed Weqas revand.

Çeteyên Sûltan Silêman Şah (Emşat) ku dewleta Tirk wek artêş girtî xist bin banê xwe li navçeya Mabatayê ya Efrînê, Nesrîn Mihemed Weqas cara sêyemîn revand.

Nesrîn Mihemed Weqas a ji gundê Kaxirê ya Mabatayê, bi hinceta ku têkiliya wê bi Rêveberiya Xweser re heye tim tê revandin.

Nayê zanîn ku Nesrîn Mihemed birine kû derê.