Çeteyên dewleta Tirk topan davêjin gundên Efrînê

Êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser gundên Efrînê dewam dikin. Çete di van kêliyan de jî topan davêjin gundên Basofan û başmêre yên navçeya Şêrawa ya Efrînê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Kela Semanê topan davêjin gundên Basofan û Başmêra yên navçeya Şêrawa. Hat  raghandin ku heta niha bi dehan top li her du gundên navborî ketine. Topbarana li ser her du gundan didome.

Çeteyên dewleta Tirk îro êrîşe gundê Îska yê navçeya Şêrawa kirin û şerê li vir didome.