Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 12 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 12 kes revandin.

Çavkaniyan ji Efrîna dagikirî ragihand ku çeteyên bi navê “Polîsên Sivîl” welatiyê bi navê Şêx Mûse Xelîl ji gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, revand.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên “Polîsên Sivîl” her wiha welatiyê bi navê Mihemed Seydo ji navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîn a dagirkirî jî revandine.

Çeteyên Semerqend jî sivîlên bi navê Ebdulrehman Birîmce yê 57 salî, Ebdullah Xelîl Murad ê 53 salî û Şamîran Xelîl Hac Ebdo ê ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Çeteyên Feyleq El-Mecid welatiyê bi navê Hisên Henan Beyram ê 47 salî ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî, revand.

Çeteyên bi navê Sultan Şah (Emşat) welatiyê bi navê Rizgar Fewzî Ekaş ji gundê Kaxrê yê navçeya Mabata ya herêma Efrîn ê dagirkirî, revandin.

Çeteyên bi navê “Ewlehiya Siyasî” welatiya bi navê Tolîn Îbrahîm ji navçeya Mabata revandin.

Çeteyên bi navê Sultan Şah herdu welatiyên bi navê Osman Ebdîn Reşîd û Mihemed Omer Heyder Reşîd ji gundê Xelîl ê navçeya Şiyê, revandin.