Çeteyên dewleta Tirk êrîş bir: 17 leşkerên rejîmê kuştin

Çeteyên bi desteka dewleta Tirk êrîş bire ser navendên rejîmê. Hate gotin di encama êrîşê de bi kêmanî 17 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, şevê dî komên çete li başûrê Helebê û li başûrêrojhilat êrîş birine ser du navendên rejîma Sûriyê.

DU ÊRÎŞ

Hate gotin yek ji van êrîşan ji hêla koma çete ya bi navê Haris El Dîn ve bûye, êrîş çûye ser navendên Zimar û Herişê yên li başûrê Helebê û di navbeyna du aliyan de şer derketiye.

Êrîşa duyan jî çeteyên Ceyş Omer Bîn Xebat anîne ser navena Xan Toman a li başûrêrojhilat ê Helebê. Piştî du êrîşan jî şer derketiye û êrîşa hewayî li ser herêmê bûye.

Di encama êrîşan de, hate gotin 17 leşkerên rejîmê hatine kuştin, 30 birîndar bûne û 8 çete jî hatine kuştin.

Balafirên şer ên Rûs şevê dî bejahiya Hema û Idlibê da ber bombeyan. Du êrîşên hewayî çûne ser gundê El Emqiye û êrîşa hewyî çûye ser gundên Kokba ên li nêzî El Enkawî û çiyayê Şehşîba yên deşta Gabê