Çeteyên DAÎŞ’ê li Efrînê bi cih dibin

Gelek çeteyên DAÎŞ’ê yên li bejahiya Îdlib, Hema û Lazikiyê ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tên bicihkirin. Hate ragihandin ku çeteyên ji Dêra Zorê derbasî Îdlibê bûne.

Hate ragihandin ku gelek çete yên ji Îdlibê bi rêya dewleta Tirk derbasî Efrînê tênkirin û bicihkirin. Li gorî agahiyên hatin girtin, gelek çeteyên DAÎŞ’ê yên li bejahiya Îdlib, Hema û Lazikiyê ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tên bicihkirin.

Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de îro şer rû da. Di şerê rû dayî de 2 DAÎŞ’î û 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk mirin, ji her du aliyan jî çeteyên birîndar hene.

Çeteyên mijara gotinê beşek ji wan ji Dêra Zorê derbasî Îdlibê û piştre jî derbasî Efrînê hatine kirin.

Li aliyê din dewleta Tirk û çeteyên wê li gelek nuqteyên navenda bajar amûrên guhdarkirin û kamere bi cih kirine.