Çeteyên DAÎŞ'ê li Baxozê asê mane

Operasyonên hêzên QSD'ê yên li Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê didomin. Çete li herêmeke ku dirêjahiya wê 700 metre ye û firehiya wê 300 heta 400 metre ye, asê mane.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Baxozê yê navçeya Hecînê ya Dêra Zorê didome.

Di operasyonên her du şevên dawî de şervanên QSD'ê malên li gund hemû ji destê DAÎŞ'ê derxistin. Çeteyên DAÎŞ'ê niha li cihekî asê mane ku tunel lê kolandine û weke kampekê bi kar tînin. Du rojên dawî li herêmê ji aliyekî ve şer diqewime, li aliyê din jî veguhastina mirovan a ji herêmê didome. Doh êvarê 60 çeteyên DAÎŞ'ê radestî şervanên QSD'ê bûn.

Ji bo veguhastina DAÎŞ'iyên teslîm bûn û malbatên wan QSD'ê 9'ê Sibatê navber dabû operasyonan û heta 1'ê Adarê zêdeyî 12 hezar kes ji herêmê derxistibû. Lê belê hin çeteyan qebûl nekirin teslîm bibin ku piraniya wan biyanî ne, tevî malbatên xwe biryar dan ku şer bikin. Ji ber vê yekê jî hêzên QSD'ê 1'ê Adarê saet 18'an ji sê baskan ve li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Di operasyonê de ku şerekî dijwar qewimî, ji aliyekî ve çeteyên teslîm bûn bi rêya korîdorekê ji herêmê hatin derxistin.

Şervanên QSD'ê ji êvara 4'ê Adarê heta êvara 10'ê Adarê nêzî 9 hezar kesên din ji herêmê derxistin.

Ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê yên li gund man bi fuze û doçkayan êrîşî çeperên QSD'ê kirin, şervanan 10'ê Adarê ji nû ve dest bi operasyonê kirin.

Di operasyona du rojên dawî de 15 nuqteyên herêmê ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin paqijkirin û çete tenê li herêmeke ku tunel lê kolane asê mane.

Di destê DAÎŞ'ê de tenê herêmek maye ku dirêjahiya wê 700 metre ye, firehiya wê jî ji 300 heta 400 metreyî ye.

Fermandariya QSD'ê îro serê sibehê careke din bang li çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmê kirin ku teslîm bibin.