Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Çeteyên bi navê El Feyiz û El Faris hatin kuştin

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Stêrk ê girêdayî navenda Efrînê du çeteyên girêdayî koma Feyleq el Şam hatine kutşin.

Navenda Ragihandin û Çepamaniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li Efrînê çeteyên bi navê Xalid el- Feyîz û Mesûd el-Faris bi çalakiyekê hatiye kuştin.

YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de, çalakiyên yekîneyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

YPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir: “Di dîroka 9’ê Îlonê de hêzên me li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq el-Şam li gundê Stêrk ya girêdayî navenda bajarê Efrînê çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û herdu çeteyên bi navê Xalid el-Feyiz ê ji Hema û Mesûd el-Faris ê ji Îdlibê hatine kutşin

Herwiha 2 çekên AK-47 hatin desteserkirin.”